NAVENDA NÛÇEYAN – Bi aliyên xwe yê erênî û neyênî li ser tevgera azadiyê ya jin, yek jina ku bandora xwe kiriye dayika min e.
Di Kurdîstanê de yek rastiyeke em bikaribin li ser bisekinin jî rastiya dayika ye. Dayiktî bi giştî îfadeya zayinê ye. Wateya herî hêsan ya di nava me de bi şêweya zaroka tîne û nifşê xwe didomînê ye. Min ji serî de ev nepejirand. Dikare were gotin ku, bersiva herî hişk ya dayika xwe min bi xwe da. Ew weke dayike kê hemû mafê xwe yê malê bi jidayikbûna min dida pêş. Min jî digot; di wê mirîşk û cêcikê dibînî, mirîşk jibo cêcikê çiqas dayike ti jî jibo min ewqas dayikî.” Ev şibandineke gelek qebe bû, lê min ev kir. Heta ez diketim nav nêzîkatiyeke ku min digot şûna zarokên tey wisa hebin bila qet tinebin baştire. Di vê watê de min nêzîkatî raber dikirin. Jiber yek ji dayikan bû, ez jî yek ji wan zarokan bûm. Zarok weke dixwaze jiyan nake, dayik jî weke dixwaze bi zaroka xwe re dixwaze xwe bidomîne. Ev nakokiyeke bû.
Dayika Ûveyş, kêmzane û plansaz bû. Lê belê li gor xwe dayikeke îsyanê bû. Di heman demê de jineke ku zêde neketibû bin bandora zilam bû. Jixwe têkiliyên wêy bi min re cûda bû. Di vê qenehetê de me ku dayika min zêde ne dizanebûna ku çi dixwest de bû. Ji bo min wisa difikirî “waye ê bibe karmend, hindek pere qezenc bike, çend metre qumaş, çend çilûberg bikire” bû. Ev hin xwestekên zêde naveroka wan ne dagirtî bûn. Qesta wê ji ewladê bixêr, halê wê hindek ferisandin, di aliyê madî û manewî de hindek bersivdana wê bû. Zarokek di vê watê de dayika xwe dibersivîne. Ji bo bibe keça diya xwe an jî kurê diya xwe gelek bi pute (özen) nêzîk dibin.
Di her tiştî de dijîtî di vir de destpêkir. Hûn bibêjin nebûna zarokekî wisa û cûdatiya vê taybetmendiyê, an jî şens an bêşensî em wisa fêrbûn. Ligor xwe di temenê herê nêzde şerekî wisa jibo dayika xwe min da. Ma însan li hember diya xwe şer dike? Me da. Ez gelek kêm ketim rewşa zaroka ji diya xwe gelek hez dike, an dayika ji zaroka xwe gelek hez dike. Jibo em wisa bibim ma ev xebata me gelo tawan bû, rastî ya we ye an ya min e? Lê belê psîkolog dibêjin şêwe girtina zaroktî gelek bandora xwe li ser kesayet dike û di mezinahiyê de jî ev bandor didome. Em jî bi vê bawerin. Ev rastiyeke ilmiye. Ew têkoşeriya wê demê nebe, têkoşeriya piştre jî nabe. Gelo ez gelek bi aqilbûm an biryar bixwe gelek cûda bû nizamin, lê têkoşerî da dextkirin. Ev jî mijareke cûdaye. Divirde ya awerte, divê behsa rewşên gelek cûda nehê kirin. Ev rewşeke di navbera her dê û zarokde tê jiyîn. Lê pêvajoya me destpêkir, dibe pêvajoya hindekî nakokî derxistina holê ye. Di temenê zûde ev tê vê watê. Em hesabxwestinê di temenê biçûkde destpêdikin. Hindek ferasetên wêy serwer jî hene; li gor xwe dixwaze hin kevneşopiyên malbatî jî dixwaze hakim bike. Hin xwestekên minî azadiyê hene, ez jî wan dext dikim. Kevneşopiyên malbatî yên ku ew fêrbibûn. Yên bi navê azadiyê ku ez fêr bibûm, şerê gelek bi rêgez li hemberî desthilatiyê ku pêşdiket bû.
Divirde xala girîng, bandora bav zêde nebû. Dikare li ser vê bal were kişandin. Otorîteyek bav gelek bihêz bi gengazî yê rewş bidana veguhartin. Bandora bav bi her awahî li ser malbatê, ew hemû bibandor bikirana li ser min jî ê gelek encam bidana jiyan kirin. Mînak dibe ku min ev rewşa nakokiya nedîtana. Bi îhtîmal nakokiya dinavbera dê-bav firsend da ku derketineke min çêbibe. Bavekî bêbandor, lê cardin dixwaze bavtiya xwe, zilamtiya xwe bide hîskirin, naxwaze vê hêsan berde. Lê di aliyê dinde bi vê şêweya xwe ya ku sazûmaniya dayiksalarî derbasî jiyanê bike, an jî weke jineke dayiksalarî weke dayikê, di nava malbatêde di vê mijarê de gelek mijûlbûnên wê jî hebûn. Ev birastî jî nakokiyek girînge. Ev nakokî hindeke firsend jibo min derdixe. Di vê watêde di pêvajoya pêşde ji nakokiya firsend girtin cara yekem di malbatê de ez fêr bûm. Ji wan sûd wergirtin cara yekem di ocaxa malbatê de ez fêr bûm. Her wiha li hember otorîteya bav têgiha binavê hêza dayik ku tê gotin re hevnaskirinek çêbû. Ev rêya bêbandoriyekê di malbatê de dide vekirin. Jiber rê ji vêre dida vekirin ez jî di temenê biçûkte ketim lêgerina. Min digot ez jî dikarim azad tevbigerim. Mademkû diyamin li hember bavê min derdikeve ez jî dikarim li hember hindeka derbikevim. Li gor jinên din ev dayik hem wêrekiyê dide, hem jî min berbi serê xwe tevgeriyê, serbest tevgerkirinê ve dibe. Dema di hêz bihevdûre mijûl dibe, hêza sêyemîn rewşa pêşketinê dijî. Encamekî wisan jî derdikeve. Dema ev herdû bi hevdûre mijûl dibin, adeta dixwazin hevdû bêbandorbikin de hêza sêyemîn yanî ya zarok derdikeve. Ev rewş bi têqûzî li ser me bandor dike. Ez bîzat ji vê bibandor dibim. Rewşa heyî hişt ku zêde ketineke bin bandora bav nebe û xwe di wê demê de bibînim. Hindekî xwe azad hîs bikim.
Şerê dê û bav bihevdûre ê zêdetirîn, rehetî û hizûr netiştina wan, cihê têgiha hembêza dê, an jî parastina bav nehişt. Ya rastî di nava van têgihade jî zêde tişteke nîne. Ti nikarî parastinê bibînî, hezkirinê bibînî. Jixwe eve li hember hevdû hemû bêrêziya raber dikin. Zêde ewlehî bivê rewşê nabe, an jî difikirim ku zêde bi vê rewşê nayê ewlekirin. Bi vî awahî di temenekî biçûk de li hember malbatê bê bawerî an jî zêde cihê baweriyê têde namîne. Ligor vê gûman pêşdikevin. Jixwe piştre wate û girîngiya vê hat fêhmkirin. Jiber bandora malbatê li ser zarok bi rastî jî gelek baldar e. Mezinkirina we ya malbatîre, mezinkirina dê û bavê we re birastî jî ez gelek wate didimê. Ev mezinbûneke gelek zore. Yanî bila xwedî hemû karî bimin bide kirin lê bila karê dayikekê li zarok nêrînê nede min. Zarok xwedî kirin bi rastî jî pir pi zore. Ez di wan rewşan de, di wî temenî de ji xwedîkirina zarokanre nikarim xwe ragirim. Jixwe ez ne li dijî zaroka me. Wek xwe metihkirinê nebe lê, herî zêde bi zarokan re hevaltiyeke xweş ez didim pêşxistin. Feraseta nêzîkatiya min ji zarokan re ne weke zarokekê, weke însanekî mezin jibo pêşerojê tê amadekirin nêzîk dibin û ligor vê yekê mijûl dibim. Lê cardin rojekê jî li hember giriyê zarokan mirov nikare xwe ragire. Dayik bi awayekî mithîş liberxwe didin. Jixwe ev berxwedan wan dixe, mehf dike. Ew paşverotiya dayikan hemû jiber vê rastiya zarokane. Ev nakokiyên cûrbercûrin û gelek cûda dikarin werin bidest girtin. Her wiha dinava rastiya kurdan de, ev şêweyê mezinbûnê dinava malbatê de, gelek encamên giran jî bixwere tîne. Ma hûn çiqas nazdar, çiqas delalî mezin bûne? Her çiqas malbat xizanin jî hûn wek paşeyan mezin dibin. Derveyî kedê mezin dibin. Ev nakokiyên mezinin. Pirsgirêkên mezinin. Jixwe malbat kurê xwe hertim bi vê gotinê mezin dikin “ê kurê min mezin bibe, bibe paşe”. Bi vê rastiyê ve girêdayî hûn weke generalekî bê ked li hember me disekinin. Ev, encamê mezinbûna we ye. Wan we wisa fêrkiriye. “zaroka min ya herî başe, zaroka min ya herî xweşike, zaroka min paşeye” wisa gotine. Bêyî ked were xerckirin, bêyî ku diber ked, pratîk û teoriyeke afirêner re derbasbibin hûn xwe layiqê rutbe û erkan dibînin, lixwe anîna mîlîtaniyê ji vê feraseta we tê. Hemû başiya min netevlîbûna min ya vê pêvajoyê bû, şens an jî bêşensiya vê şêweyê mezinbûnê ne jiyan kirine. Dêmekî ev rewşa min a binakok di nava malbatê de, û derketina vê nakokiyê bi awayekî lez, jibo pêşketinên paşê jî dibe bandoreke mezin. Gûmanê minî li hember vê saziya malbatê hişt kul i hember kevneşopiyan, orf û adetan, parastinan jî bigûman bim û bi hêza xwe li ser piya bimînim. Jixwe herkes bi feraseta “diya min ê min wisa biparêze, bavê min wisa biparêze” mezin dibe. Bêyî piştgiriya dê û bav ne mimkune ku zarok mezin bibe. Lê ev weke ku me jiyan kir, di temenê biçûkde ji van taybetmendiyan qutbûn, ji malbatê qutbûn jibo pêvajoya paşê jî seknekî serbixwe bixwere tîne. Jibo vê seknê gelek sûd tê girtin. Dihêle ku gelek encam ji nakokiyên civakî were derxistin, ne tenê ligor pêvanên malbatê ligor nirxên netewî firsendan jî bixwere tîne. Min di demekî zûde ji vê rastiyêre dide amadekirin. Lê cardin mikur werim ku wan jî ez hîmaye kirim.
Vêjî bibîrbînim, dikarim bibûma zarokekî sertewandî jî. Dayika min ligor nakokiyên xwe berbi şervaniyekê ve bi awayekî mithîş dahf dida. Heta dikarim bibêjim terbiya herî mezin min ji wir girt. Her wiha min ev dît:ger ti bidijminên xwere şer nekî, ti nikarî nan bixwî, heta nikarî bijî! Dibe ku eve taybetmendiyeke perwerdeyê ya başbe. Jiber ku ligor xwe ên ku dijmin didît li hember wan dinava têkoşînekê debû. Mînak ger zarokekê kotekek li min daba û min tola xwe negirtina bihatama malê, ez ji mal diqewitamdim. Ji min re digot “here tola xwe bigre û were”. Bi hin zarokan re şerê xwe ez hîn jî bibîr tînim. Ev şer bi taybet bi dextê diyamin dibûn. Ger biyamin ba, dema zaroka limin daba, min ê bigirî û gazinc bihata giliyê wan ji diya xwe û bavê xwere bikrana. Minê bigotana min biparêzin tola min rakin. Jixwe min wisa jî dikir. Rewşa hemû zarokan wisa bû. Dema zarokan kotek dixwarin bi girî û qêrîn dihatin ji diya xwe û bavê xwe parastin dixwestin. Xwe davêtin hembêza malbata xwe. Dixwazin wisa bibersivînin. Divirde rewşekî dijber ne mijara gotinêye. Dihat gotin: “ ew jî zaroke, ti jî zarokî, here tola xwe rake”. Dibe ku eve rewşeke perwerdehiyê başbe. Ya ku maye jî diya min jî diçû bi wan re şer dikir. Digot: mademkî zaroka wisa dike ez jî wisa bikim. Lê bi me jî dida kirin.
Diya min hestewariyeke wisa bi min re da qezenckirin. Feraseta xwe parastina dayikê, girêdana bi dayikê, bi girî û gazinc, bi alîkariya zêde re nayê jiyîn. Divê bi gengazî bersiveke te hebe. Gelek kêm jî be, ev dibe weke hestên mezinbûnê an jî tol vedanê. Aliyê bav di şerde zêde ne bihêze. Aliyê dê bihêztire. Di aliyê bavde jî şerkeriyek heye, lê aliyê dê hindekî baldar dibe. Ev di jiyanê de taybetmendiya têkoşervaniyê ye. Diyamin zêde em ne didan binpêkirin. Jiber li hember zarokên din em dikaribûn bibin biketana û bihatan binpêkirin. Zarokên aliyê dijber mezinbûn, bihêzbûn, gelek bûn. Diwirde hêza xwe parastinê derdiket holê, her wiha herdû şer jî dihat dayîn. Hem tol dihat girtin hem jî xwe parastin pêşdiket. Lewra ev dida hîskirin: ez wisa bi hêsanî serî natewînim. Şerê mezin dikim. Dikarim qiyametê rakim. Di gunde jî kesê derveyî diyamin bi navê deng nebû. Tam tofaneke îsyanê bû. Di qîr û bang kirinê de, di dijûna de, di serwêre kes tinebû. Jin an zilam kî bûna bêtirs bi ser wanda diçû. Lewra kesayetek bûyerê bû. Hindekî jî di aliyê parastinê de parvekirina min çêbibû. Derveyê vê em dikaribûn kesateyek wenda jî bûna. Bi gotinên wan kesayetek wenda, ji hertiştîre ser ditewîne. Di vê watê de divê hêjaya wê were teqdîr kirin.
Divan çiyayên azad de bi silavkirina komên jinên azad ez xebitîm xwe bi “wate” bikim. Jibo min jin an ê di pîroziya xwedavenda debe an jî qet nebe. Ez rastiya vê gotinê hertim difikirim; “asta jiyana jinên civakekê, asta pîvana wê civakê bixwe dide diyarkirin”. Jibo diya xwe min gotina bermahiya ji çanda xwedavenda dayik a neolîtîkê bikaranîbû. Weke wan qelew bû. Avahiyên modernîte ên çêkirî (yapay) dîtina wêy pîroz asteng kiribû ku ez bibînim. Rexmî di jiyana xwe de min gelek êş kişandibûn, di çi bûyerê de ez ti carî cîdî ne giriyabûm. Lê belê piştî ku min qalibên modernîte şikandin şûnde, di serîde diyamin û di şexsê wê de hemû jinên rojhilata navîn her tim bi dilşikestinekê û bi çavên şil ez bibîrtînim. Li wan dinêrim. Wan demên ku diya min bizorê ji bîrê av dikişand û di nêviyê rêde ji wê satila avê av vedixwar, wek biranînên xwey herî dilşewat û bijart bibîrtînim. Ez hevîdarim ku herkes piştî qalibên heşmendiya modernîte şikandin şûnde cardin li wan biranînan mêze bikin. Dixwazim heman nêrînê li ser wan têkiliyên ku ji neolîtîkê mane “têkiliyên gund” jî pêşbixin. Bêgûman serkeftina modernîteyê ya herî mezin têkbirina wê nêrîna me ya 15 hezar sala ku hatibû avakirinê bû û tinekirina wêbû. Ev jî rastiyeke ku ji civak û kesayetekî nêrîn û hêviyên wê hatiye tinekirin û wendakirin ti azweriya jiyanê û berxwedanî nayê hêvîkirin.
Derveyî vê tiştekî bidin me tinebû. Piştî pêvajoya dibistanê destpêkir tiştekî zêdetir bikaribim ji diya xwe fêr bibim nemabû. Pêvajoyek qutbûnê bû û her berdewam bû. Ji dayika qutbûn çiqas rast bû, çiqas şaşbû? Mînak zarok piştre bi giştî dema derfetên wan çêdibin an jî perê wan çêdibin jibo diya xwe diyariya dikirin. Min serlêdanek li rêbazekî wisan nekir. Ya rastî perê min jî hebû, rexmî hindek pere jî qezenc kir, ez nefikirîm ku jibo diya xwe an jî ehlê xwe diyariya bikirim. Dibe ku lome kiribin. Dibe ku di vê derbarê de ez zêde li xwe mukur nehatibim. Lêbelê li gor min kurbûn divê cûda bûna. Weke ez nebibûm kurekî weke wan, lêgereke minî din hebû ku ez bibim kure cûda. Ez ti carî ji pêwendiyên xwe ên dostanî bi diyariyên erzan nêzîk nebûm. Hê jî wisa me. Min ji were berê jî dabû diyarkirin ku ez çiqas bi hevaltiya we re girêdayîme, di temenê biçûkde lêgervanê hevalbendiyeke çiqas mezinbûm, jibo ez bi wan rebilîzim çiqas min can davêt, heta jibo hevaltiyeke wisa avabikim çiqas hêzeke mezin serf dikir dabû nîşandan. Min wê demê didît ku ev bi diyariyên hêsan nabin û heta min hindek diyariyên erzan di ceribandin. Hindek tiştên ku baldikşînin dixebitandin. Lê ev zêde baldar nedibûn, jibo hevaltiyeke bihêz çêbibe, firsenda avakirina têkiliyên bihêz nedida. Jibo vê hîn di temenê biçûk de ez li rêyên girêdana însana yên cûda geriyam. Li ser wan ponijîm. Li ser girêdana bi malbatê yê mezin jî fikirîm.
Rêber APO