BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medayê daxuyaniyekê niviskî weşan kir û got:
“Beriya her tiştî em cejnê bi hestên xwe yên şoreşgerî li dayikên xwe yên şehîdan, malbatên xwe yên şehîdan, gelê xwe yê welatparêz û hemû hevrêyên xwe pîroz dikin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker
8, 9 û 10’ê Nîsanê li herêma Garê qadê Gûzê, Girê, Deşta Kafya 8 caran, li herêma Metînayê qadên Şêlazê, Dergelê, Bêşîlî, Bazê, Banka 11 caran, li herêma Zapê qada Şehîd Îbrahîm carekê, li herêma Xakurkê qadên Xinêrêya Jor, Kolît û Kendekola 4 caran; bi giştî 24 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”