AMED – PFDK 84 hezar lîre cezayê pere li Amedsporê birî.
Lijneya Dîsiplîna Futbolê ya Profesyonel (PFDK) 84 hezar lîre cezayê pere li Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a TFF’ê de yekemîn e, birî. Ji bo birîna ceza jî, dema maça di navbera Amedspor û Înegolsporê de dihat lîstin “bûyerên ku alîgir bûne sedem” wek hincet hate nîşandin. Hat zanîn ku dê Amedspor ji cezayê re îtîraz bike