ATÎNA – Ciwanên ku di pêşengiya endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) de li Atînayê hatin cem hev, di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku di 10’ê cotmehê 2023 de destpê kir de daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Di çalakiya ku ciwanên Anarşîst û Enternasyonalîst beşdar bûn de azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate xwestin.
Ciwanên ku beriya daxuyanî bi alên Rêber APO û PKK’ê meşiyan, hatin Qada Syntagma (Qada Destûra Bingehîn) û li ser navê tevahî şehîdên Kurdistanê bi xwendina sirûdekê deqîqeyek rêz girtin. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Li ser navê Berdevkê TCŞ’ê yê Yewnanîstanê Alî Bîlen daxuyanî da çapemeniyê.
Alî Bîlen bal kişand ser Pêngava 2. a “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” û berxwedana Dayikên Aştiyê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li Bakurê Kurdistanê li berxwe didin silav kir. Alî Bîlen “Rêber APO ramanên me ye. Em dixwazin fikir û ramanên me azad bijîn.”
Di dawiya axaftina xwe de Alî Bîlen got, “Weke ciwanên TCŞ’ê heta ku Rêber APO azadiya xwe ya fizîkî bi dest nexe, wê çalakiyên me li her demê û li her derê bê navber bidomin.”
Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.