NAVENDA NÛÇEYAN – Wiha dema em dîrokeke mirovahiyê wisa digirin pişt xwe, çavkaniya hêza me ya rastî derdikeve holê. Bi awayê rojaneyî çiqas civateke biçûk jî bin bila be, wisa bi qasî planeke dîrokî ya pişt, yek jî dema em mirovê her tim diyarker, hilberîner û afirînerê jiyanê yê rastî esas digirin, dîsa mirovê hêviyê, mirovê pêşerojê, mirovê divê ji destê van zalimên mêtinger bê xilaskirin digirin dest, diyar dibe ev hêzek çiqas mezine û dema dibînin PKK jî hewl dide vê bike çavkaniya hêza me hîn baştir derdikeve holê. Niha hîn baştir fêm dikin ku çima serkeftiye yan jî çavkaniyên serkeftinê çine, li ser kîjan esasî bigihin serkeftinek hîn mestir, em vê jî pir bandorker dibînin. Dema bi awayek şênbertir li Kurdistanê meyze dikin, pirsa ev tevger çima xwe wisa bi îdîa dike tê aqilan. Ji ber ev qad ancex bi
hêvî bê jiyankirine. Evder, devera herî zêde ketiye ber zilma zaliman û heta mêtingeriya ku divê ser lawiran jî neyê pêkanîn li ser nîjada mirovan sepandine. Her wiha li vir kesîmê girêdayî kedê, ne zalim, ji dervî mêtingeran mane, heke dixwazin jiyan bikin neçarin tevgereke hêviyê bide afirandin. Ger hîn zêdetir dixwaze jiyan bike, neçare
tevgera xwe ya hêviyê veguherîne tevgera şer. Heke jiyan bi temamî li vir mirî be, jixwe êdî li vir jî tenê zalim nîne, koleyê ji zalimê xwe re bixebite heye.
Ev der welatê derguşa dîroka mirovahiyê ye. Dewlemendiyên vir yên xakê, ava wê ya baş, hewaya wê, dîsa dewlemendiyên wê yên sererd-binerd hene û yek jî mileteke wê dixebite heye. Teqez wê zalimek bixwaze van ji xwe re bike kole. Her wiha gelê jê re gelê Kurd tê gotin, çiqas biyaniyê xwe bûbe jî, hatibe rewşek tevlîhev jî,
mozaîka gelan îfade jî bike, şopên bandora pêkhateyên çandên cuda, bi qasî dîroka mirovahiyê rake jî, dîsa rastiyeke. Wisa bûn jî ji bo rewîşta PKK‟ê guncave.
Ev gel, anîne rewşa di nav de xefleta mezin, matmayîbûn, biyanîbûn heye. Û weke ketiyê di kerxaneya dijmin de dijmin bi her awayî xwe li ser serwer kirî û anî rewşa kesayetek îxfal bûyî. Lê dîsa rastiyeke. Pir hatiye dagirkirin, talankirin, tecawûzkirin, lê hîn dikarin bêjîn beşek û miletek ji bo jiyankirinê li ber xwe dide heye.
Wiha ya esas tê girtin eve. Hinek israr, hinek din hêza fêmkirinê, moralê baş yê ji bo her şoreşgerek pêwîst, ji cewher bawerkirin, bi hewldan û besbûna wê re temaşe dikî ku, ya hêjayî jiyanê ye derdikeve holê. Weke bêşerefiya yê dibêje “yê herî zêde yê mine, fermîme, medenî me” bi awayeke bandorker derdikeve holê. Yê herî
zêde destdirêjî li ser hatî meşandin lewra vegera wê ya li jiyanê, di jiyanê de li ser koka mirovahî ji nû ve vejînbûn bi qasî ronahiya rojê zelal derdikeve holê. Di vê wateyê de hêvî pêktê.
Di vî welatî de, mirovahiya di nav vî miletî de, ancex dikare wisa xwe ji nû ve bibîne. Di vê xalê de weke mirovek ez xwe çawa biafirînim? Min şerê vê anî ziman, tînim. Dema mercên tê de mezin bûme tînim ziman, yê herî bê îda, yê herî bêhêz hatîhiştin, ev heya saziya malbatê jî diçe min di nava rastiya “êdî xilas bûye” yan jî “êdî nikare bi ser xwe ve bê” de çavê xwe vekir. Bi pirsên “Kîne, çine, ma gelo mirovin, çawa bibin mirov”re, di bin nêzîkatiyên her hesî yên tinezker de, heta di bin tenazên cîran û gundiyên xwedî heman mercîne teşebusa serpêhatiyek jiyanê mijara gotinê ye.
Rêber APO
Çavkanî: Rastiya Rêbertî û siyaseta Apoyî