PARÎS – Dewleta Fransayê lez da hewldanên radestkirina ciwanên Kurd ji bo Tirkiyeyê! Hate hînbûn ku dewleta Fransa aktîvîstê Kurd Serhat Gultekîn ji bo sirgûnî Tirkiyeyê bike biriye girtîgehê.
Penaber Gultekîn ku radestkirina wê ji dewleta faşîst û dagirker a Tirk re nêzîk e, berê li Tirkiyeyê rastî îşkenceyê hatibû û 15 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Dewleta Fransayê pêşî destûra rûniştinê ya Serhat Gultekîn ê xwedî statuya penaberiyê betal kir û paşê jê xwest ku ji xaka Fransayê derkeve.
Fransa di nava 2 hefteyên dawî de ciwanên bi navê Firaz Korkmaz û Mehmet Kopal radestî Tirkiyeyê kir. Ev helwesta Fransayê ya li hemberî kurdan balê dikişîne.
Di bûyera herî dawî de ku li rekora Fransa ya li dijî Kurdan zêde bû, hefteya borî bû mijara kovara “Le Point”. Zekeriya Bîlek ê ku bi belgeyan weke ajanê Tirkiyê ye û hat aşkerakirin ku amadekariya kuştina siyasetmedarên Kurd dike, li bajarê Reîms ê Fransayê digere. Ciwanên Kurd jî bi hincetên biçûk tên girtin û radestî dewleta Tirk tên kirin.