NAVENDA NÛÇEYAN – Hûn ciwanin, rewşek we ya zêde westandin û hincîrînê jî nîne. Hûn hatine biçekkirin, ger hûn tiştekî nekin jî xwe bi tendirust bidin jiyîn. Li gorî pîvanên jiyana mirovan mafê jiyanê ji bo xwe şayan bibînin. Ger hûn wê jî nekin, jixwe hûn bi van çekan ve dimirin, vê rast bikin. Di şer de mirin jî li gorî min serkeftinek herî mezine. Hîn jî tê bîra min; min digot ez ê çawa li pêşiya şerek xirab ê gund û qezayek xirab de mirina bê şer û bê rêgez bigirim. Yek jî gotinek heye, ji kesên bê şer û vala dimirin dibêjin “mirar bûye”, “mirarbûn,” bi ecela xwe mirine û ev jî mirinek xirabe. Ango tê wateya mirina bêhn jê tê. Ez pir ji vî şêwazê mirinê yê “mirarbûyî” ditirsiyam. Ez dibêjim ger mirin di nêvenga şer de çêbe başe, destpêkê di xewnên min de ew derbaz dibû.
Min digot, ax xwezî rojekê di berdêla armancek mezin de min şer kiriba û gihiştibam mirinê. Ya rast ev xeyalek bû, niha me ew xeyal jî pêk anî. Ne mirin, em rojên nêz ên gihiştina serkeftînê dijîn. Hûn nikarin tiştek ji vê binirxtir bixwazin. Firsenda “bila her tişt amade were” xirabe. Bêku mirov biweste nikare avê jî vexwe. Dê çawa her tişt amade were.
Şêwazê ez her tim weke hemalekî dixebitim jî xirabe. Ev herdu şêwaz jî felsefeya tembelbûnê ne. Di encamê de divê dev ji vê bê berdan. Ger bi baldarî lê binêrin, tevî vê dilnizmiya me, hema bêje ez meşek hemû mirovatiyê dîtî, berzkirî û xwedî wateya hemû xwedayan pêk tînim. Misoger meşa min ne kêmî ya wan e. Min berzbûnek wiha jî ti carî ji jiyana xwe kêm nekiriye. Bi temamî meşa azadiyê, bi temamî xalên wê ya asta herî jor dide tengavkirin: Ev şêwazek Rêbertî ye. Gel ji vê re dibêje pêşketinek mucizewî. Hûn jî weke pêşketinek pir pêwîst binirxînin. Li gorî êdî hûn ne zarokin û bi rastiyan re evqas westiyane wê demê karê we saxleme. ARGK‟bûyîna we, artêşbûna we saxleme û teqez dê pêşketin bide nîşan. Ya din karê we ye.
Li ser vê bingehê bi asta azadiyê ya di jiyana we de, misoger hûn ê şerê ji wê re pêwîst hîn zêdetir bi tendirust bikin. Şer li ser vê bingehê çi leşkerî, çi siyasî be dê li her cepheyî serkefînê bide tengavkirin. Hêza ARGK‟ê jî pêşengên vê ne, hêza şer a diyarkare, şêwazê şere. Em jî bi esasî giranbûna xwe didin vê. Hemû karên me bi
vî karê bingehîn ve girêdaye. Her çendî xala em ketinê bi nebesiyan tijî be, lê di esasî de tiştên em dixwazin ji her demê zêdetir nêzin. Ez li vê rojê dinêrim, encam; armancên me yên siyasî û pêşketina hêzbûna me ya xwe dispêre vê ye. Xwe sipartina rewşa heyî em dikarin hîn zêdetir encamgir bin. Tenê ne ez, hûn jî dikarin hîn zêdetir encamgir bin. Ez ê vê firsendê baş bikar bînim, hûn jî baş bikar bînin. Dema ez bikar tînim, ez pirsgirêka we hemûyan didim nîşan, qet nebe hûn jî di aliyê xwe de bi berpirsyariyekê bersiv bidin. Ev dikare me bibe şêwaza me pir bêriya wê kiriye.
Dibe ji bo min jî şehadet çêbibe, ji bo we jî çêbibe. Lê ya girîng ne eve. Ya girîng ew e ku tişta ji karê me hatiye bidestxistin bi mafê van nirxan dayînê re, ger heta dawiyê sebir, heta dawiyê dîsîplin, heta dawiyê xwînsarî, heta dawiyê hêrs, heta dawiyê tûjbûna vînê pêwîst bike, bêku em van hemûyan kêm bikin em ê bidin. Heta dawî nirxandina rewşa rasteqîn kirin, bi biryarek di cih xwe de di kêliya xwe de bersivek ji hemûyan re dayîn, ji xeletiyekê re hema zû gotina raweste, rastiyek birêve birin; esasiya vî karî ye. Ger wisa bê meşandin jixwe ev kar
hatiye serxistin, ya din teqez meşa ber bi serketinê ye.
Li ser vê bingehê li gel ku em carek din di hemûyan de li ser bingeha ev waneyên me yên çardeh salan, sedemên binketinê mahkûm dikin, rastiyên wê jî diecibînin. Ji bo sozên me dayîn pêk werin em we li ser bingeha vê asta me ya biryarê ku erkên hilgirtine, li gel berpirsyariyek di asta herî jor de di vê çarçoveyê de vedixwînim. Bi qasî
bûna xwedî rik û azîm, bûna xwedî meşek tijî têgihiştin û teqez serkeftî bûyî, we silav dikim û hezkirina xwe raber dikim.
Rêber APO
Çavkanî: Rastiya Rêbertî û felsefeya Têkoşînê