NAVENDA NÛÇEYAN – Dadgeriya Elman vê Înê bi daxuyaniyekê ragihand ku, li Elmanyayê 3 zarok bi gumana “bi armanca Îslamî amadekariya êrîşeke terorê dikin’ hatin girtin.
Zarokên ku der barê wan de biryara girtinê hatibû dayîn temenê wan 15 û 16 salî bû û du ji wan keç yek jî kur bû.
Dozgeriya Dusseldorfê bi daxuyaniyekê ragihand ku ‘bi gumana ku bi motîvasyona Îslamî êrîşa terorîstî plan kirine hatine girtin’ û got ku van zarokan “îtiraf kirin ku ew amade ne ku çalakiyên terorîstî bikin.”
Li gorî agahiyên, tê gotin ku ciwanan di grûpeke sohbetê de li ser êrîşa bi kêran û molotofkokteylan li çend hedefên li Nordrhein-Westfalen fikrên xwe dane hev. Li gor nûçeya rojnameya “Bild”ê, asayîşa dewletê li Hagenê ew ciwan şopandiye. Tê gotin ku wan reklama Daîş kirine.