TEBQA -Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê ji endamên xwe Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqayê sînevîzyonekî bi peyama Rêber Apo ji bo gel derbarê Cejna Remezanê pêşkêşkirin.
Di destpêkê de ji bo bîranîna giyanê şehîdên şoreşê deqayek rêzgirtin hat girtin. Piştre bangawaziya Rêber Apo a sala 1998’an bi boneya Cejna Remezanê ji MED TV re hate guhdarkirin û gelek nirxandin hatin kirin.
Di vê pêwendiya telefonî de gelên îslamî û kurd pîroz kir û gelek peyam ji gelê kurd re hatin şandin.
Di dawiyê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêber Apo û daxwaza azadiya fîzîkî ya wî hatin berzkirin.