HAMBÛRG – Ciwanên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) ên li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hatin cem hev, Serhat Gultekîn ê duh danê sibê ji aliyê polîsên Fransî ve hat binçavkirin û îro li balafirgeha Parîsê bi zorê radestî dewleta Tirk a faşîst kirin, û her wiha ji bo Fîraz Korkmaz û Mehmet Kopa lê ku di nava 15 rojan de li pey hev hat îadekirin û çalakiya protestoyî hat lidarxistin.
Fîraz Korkmaz û Mehmet Kopal ên herî dawî ji aliyê dewleta Fransa ve radestî, dewleta Tirk a faşîst, dagirker hatin kirin, piştî îşkence û heqaretan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin girtin. Îro jî Serhat Gultekîn hat radestkirin.
Di daxuyaniyê ku ji aliyê ciwanan de hat diyarkirin ku kesên ji ber ziman û çanda xwe rastî îşkenceyê bên û ji ber etnîkeke cuda bên qetilkirin ew qebûl nakin û wiha hat gotin, “Gelê Hambûrgê yê hêja, em dibêjin, bi hev re rabin ser piyan û nîşan bidin. Li vî welatî tu parastinek ji zilmê re nîne.”
Daxuyanî bi slogana Bijî Serok APO, Faşîst Turkiye, Terorist Erdoxan hat bi dawî kirin.