NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzera aktîvîstê Kurd Serhat Gultekîn a ku duh bi şev ji aliyê dewleta Fransa ve radestî faşîst û dewleta Tirk a dagirker hate kirin, Şule Recepoglû axivî.
Serhat Gultekîn ê ku ji aliyê dewleta Fransa ve bi darê zorê radestî dewleta Tirk a faşîst hat kirin, rewşa wî ya tenduristiyê giran e û parêzera Gultekîn Şule Recepoglû ya ku banga hişyariya gel da ye ku li ser vê bingehê derfetên tedawîkirinê were peyda kirin, diyar kir ji bo ku muwekîla wê Ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û dagirker ve rastî îşkence û muameleya xerab newe serî li cihên pêwîst dane.
Parêzerên wî yên ku ji Serdozgeriya Komarê ya Gazîosmanpaşayê xwestin bi Gultekîn ê niha li Balafirgeha Stenbolê tê ragirtin û ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê sewqî nexweşxaneyê bikin, li balafirgehê li bendê ne.