ŞIRNEX – Hat zanîn ku di saetên şevê de çawişekî pispor li Şirnexê jinek tacîz kir.
Çawişê pispor ê artêşa Tirk a dagirker ê ku li navenda Şirnexê jinek tacîz kir, ji aliyê gel ve hat cezakirin.
Li gorî agahiyan, polîsekî pispor li Taxa Dîcleyê jinek tacîz kir. Welatiyên derdorê jî mudaxileyî tacîzkar kir û çawişê pispor derb kirin. Çawişê pispor rakirin nexweşxaneyê û hat zanîn ku rewşa wî krîtîk e. Gel li ber nexweşxaneyê kom dibûn.
Walîtiya Şirnexê ragihand ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin û 4 kes hatine binçavkirin.