ŞENGAL- Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê li ser navê ‘Şehîd Şêrzad Şemo’, bi tevlîbûna 20 tîmên futbolê yên ji hemû herêmên Şengalê turnûvayeke yek mehî da destpêkirin. Vê xebatê jî ji bo bihêzkirina rihê yekîtiyê û vegera ciwanan hate lidarxistin.
Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê li Sîba Şêx Xidir ya ji nûve tê avakirin û vegera koçberan lê heye, sahayeke futbolê ya di dema şerê DAIŞ’ê de xirabûbû, bi hevkariya Şaredariya Gel ji nûve çêkir û xist xizmeta ciwanên herêmê.
Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê bi tevlîbûna 20 tîmên futbolê yên ji hemû herêmên Şengalê turnûvayeke futbolê li saheya ‘Şehîd Azad Qîranî’ da destpêkirin. Turnûvaya wê mehehekî dewam bike, bi navê fermandarê Asayîşê ‘Şehîd Şêrzad Şemo Qîranî’ hate lidarxistin û diyarî hemû şehîdên Sîba Şêx Xidir hate kirin.