NAVENDA NÛÇEYAN – 14ê Nîsanê bi saatên Ewrûpa, saet di 20:00 de ji ser hesabê bi navê “@RojevaCiwanan” li ser platforma X (Twitter) bernameya nîqaşê ya taybet ji bo ciwanan tê lidarxistin.
Wê mijarên weke şert û mercên giran ên tecrîdê yên 3 salan li ser Rêber APO tê meşandin û dawî li radestkirina ciwanên Kurd a ji aliyê dewletên Ewropayê ve ji dewleta Tirk a faşist re tê kirin.
Her wiha divê rol û mîsyona ciwanên Kurd li hemberî van polîtîkayan çawa be û çawa dikarin xwe li hemberî polîtîkayên şerê taybet biparêzin? Tê payîn ku gelek kes beşdarî salona sohbetê ya ku dê mijar lê bên nîqaşkirin, bibin.
Kesên ku dixwazin beşdar bibin dikarin wek mêvan beşdarî nîqaşê bibin û li odêya nîqaşê ya ku ji hêla hesabê “@RojevaCiwanan” “https://x.com/RojevaCiwanan” li ser platforma medyaya civakî ya X(Twitter) ve hatî vekirin, nîqaşan bişopînin.