ŞIRNEX – Baroya Şirnexê daxuyand ku kare çawişê pispor ê jinekê tacîz kiriye hatiye sekinandin û piştî tedawiya xwe jî hatiye binçavkirin.
Çawişê pirspor Z.Ç. li Cadeya Ormanê ya Taxa Dîcleyê ya girêdayî navenda Şirnexê jinekê tacîz kiribû û ji hêla welatiyên li derdorê ve hatibû derbkirin. Baroya Şirnexê derbarê bûyerê de daxuyaniya nivîskî da.
Baro da zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de Z.Ç. hatiye binçavkirin û kare wî hatiye sekinandin.