ŞENGAL – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ji bo pêngava ‘Li Dijî Qirkirina Jinê Bibe Dengê Xwe Parastinê’ ku ji aliyê TAJÊ ve hatiye destpêkirin ragihand û peyama ‘’Ji bo siyaseta qirkirinê hilweşînin, her yek ji me wê bibe dengê xwe parastinê” da.
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê jî bi daxuyaniyekê beşdarî pêngava TAJÊ ya ‘Li Dijî Qirkirina Jinê Bibe Dengê Xwe Parastinê’ bû. Daxuyanî bi amadebûna endamên Yekîtîya Jinên Ciwan ên Şengalê li ber Meclîsa Gel a Serdeştê hate dayîn.
Daxuyanî ji aliyê berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Avesta Êzidî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dijmin bi hemû rê û rêbazên şerê taybet hewl dide vîn û hêza ciwanan a tekoşînê bişkîne û rola wan di serxistina şoreşa jinê de bidize lê wê jinên ciwan li hemberî van hewldanên djimin bibin bersiva herî mezin.
Daxuyaniya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê wiha berdewam kir: ‘’Ev pêvajoya ku bi herikbariya jinê ve, ji bo jiyaneke azad û bi rûmet dimeşe afrineriya jinê ji bo parastina cewherî pêş dixîne. Li hemberî zihniyeta desthilatdar a mêr bi rêbazên têkoşîner jin dibe hêza serkeftî ya vê serdemê. Di vê serdemê de tekoşîna jinan ji bo pêşeroja hemû jinên cîhanê dibe temînata parastina hebûn, rêxistin, îrade û nasnameya azad a jinê.’’
‘Emê bi rola pêşengiyê bersiva şerê taybet bidin’
Di daxuyaniyê de hate gotin ku îro li çiyayên Kurdistanê, Rojava, Mexmur û Şengalê, jinên azadîxwaz li hemberî dijminê faşist û qirker mohra xwe li serkeftinê dixe û ev nirxandin hate kirin: ‘’Jina ku berê hêza xwe nasnedikir, di şeran de nedikarî parastina xwe bike û dibû xenîmeta şerê serdestan êdî li hemberî pergala mêr meydanê dixwîne. Pergala serdest a mêr li hemberî ciwanan û bi taybet jinên ciwan çeka bi kar tîne şerê taybet e. Di hemû qadên jiyanê de ji bo ciwanan teslîm bigre di her kêliyê de li ser hiş, bîr û dilê ciwanan bombardumanekî bîrdozî dike. Bi hemû rê û rêbazên şerê taybet hewl dide vîn û hêza ciwanan a tekoşînê bişkîne û rola wan di serxistina şoreşa jinê de bidize. Weke jinên ciwan em di ferqa vê şerî de ne. Ji bona wê em li hemberî vê şerê qirêj bi zanebûna rêxistinî, bi îradeya tekoşînê û bi rola pêşengiyê bersivê bidin dijminê jin û ciwanan.’’
‘Emê hişmendiya parastina cewherî pêşbixin’
Di daxuyaniyê de jinên ciwan her wiha bal kişandin ser fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ku derbeya herî mezin li jinê hate xsitin û wiha hate gotin: ‘’Civaka me û bi taybetî jin û ciwan rastî êrîşên herî hovane hatin. Hîna ev ferman di hiş û bîra me de zindî ye. Em weke jinên ciwan bi çîrokên van fermanan têgihiştina xwe ya li dijş fermanan ava dikin. Li ser vê bingehê em weke jinên ciwan ên Êzidxanê rola xwe di pêşxistina hişmendiya parastina cewherî de dibînin.’’
Di dawiya axaftinê de hate bibîrxistin ku di 8’ê Adarê de bi pêşengiya TAJÊ kampanyaya “Li dijî qirkirina jinê tu jî bibe dengê xwe parastinê” hatibû destpêkirin û bi vê peyamê piştgiriya ji bo vê kampanyayê hate ragihandin: ‘’ Em jî weke Yekitîya Jinên Ciwan ên Şengalê tevlîbûna xwe ya ji kampanyayê re radigihînin. Ji bo em siyaseta qirkirinê hilweşînin, her yek ji me bibe dengê xwe parastinê. Em ê bi ruhê pêngava bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî serbixe azadî’ tevlî kampanyayê bibin û bi rengekî çalak cihê xwe tê de bigrin.’’
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘ Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.