ZURÎH – Ciwanên Kurd ên ku bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hatin cem hev, ji bo Festîvala Ciwanên Kurdistanê ya ku wê di 25’ê Gulanê de li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bê lidarxistin, dest bi amadekariyên turnuvaya futbolê kirin. , 2024.
Ciwanên ku diyar kirin ji bo tûrnûvayê heta niha 8 tîm ava kirine îro maça xwe ya ewil lîstin.
Ciwanên ku li ser vê bingehê hatin cem hev, diyar kirin ku ew weke ciwanên Kurdistanî yên li Zurîhê dijîn, bi çalakî û xebatên li dijî qirkirina çandî, wê polîtîkayên şerê taybet ên dijmin pûç bikin.
Ciwanên Kurd diyar kirin ku ji bo mîhrîcana ciwanan a ku wê di çarçoveya dirûşma “Çand zirxê hebûna me ye” bi dirûşma “Li dijî asîmîlasyonê, her der ciwan, her der Kurdistan her der Kurdistan” tê lidarxistin, wê her hefte çalakiya xwe bidomînin.