NAVENDA NÛÇEYAN – Dema dibêjim gelê xwe divê şaş neyê fêm kirin. Di ferhenga wan de hemû mirov wê bi şêweya herî xirab bên bikaranîn û malên ku bên xerckirinin. Tevî ku rewş ev e, ger em rastin û encamê serneketinê fêm dikin, divê em di fêmkirina wê serkeftin çi bide qezenckirinê de zahmetiyê nejîn. Serxistin, mirovbûne. Serxistin mirovbûn hêjayî xwe dîtine, ber bi pêşketina mirovbûnê ve gav avêtine, bûyîna netewe, yeksane bûyîna mirovê wekhev û azade. Serxistin; bûyîna xwedî çand, aborî, xwedî hêza siyasî ye. Serxistin; bûyîna xwedî rêzdarî û hezkirinê, bi moral bûne, bûyîna xwedî exlaqekiye. Dîsa serxistin bûyîna xwedî civakek nêzîkî azadî û wekheviyê bûne. Serkeftin ev e. Ger ev rastin, jixwe rastbûna van bê nîqaşe, yên di nav şer de ne, ji dayîna şerê şoreşgerî bawerin, pêwîste çawa nêzîkî peywira bibin vekiriye. Medem encamê windakirinê lawirbûnek herî xirabe, naçarin rast nêzîkî rastiyan bibin. Ya rast lawirbûn jî li ber vê rastiyê kêm dimîne. Jixwe dişewîtînin, parçe parçe dikin. xwezî fersend dabana lawirbûnê. Li gorî vê bîrdoziyê yên li ber xwe bidin dê bên parçekirin. Wê fersendê nedin wan ku wek meymûnekê jî bimînin. Ger ev tev rastin, wê demê ev şer dibe navê jiyanê. Di serî de ji bo ku ji aliyê fîzîkî ve tu jiyan bikî tu yê şer bikî. Ger tu ser bixî tu yê bikevî rêya serkeftinê. Ger tu vê ser bixî tu yê civakek azad, wekhev û netewekî, çanda wî û moralê wî bi dest bixî. Jiyan jî ji kombûna van teva pêk tê. Wê demê ev jî girêdayî serkeftinê ye. Ger di şer de tu ser bixî, wê tu yê van
nîşaneyên jiyanê bidest bixî.
Ji bo serkeftinê divê çi bê kirin? Em qala peywirên şoreşgerî dikin. Çine peywirên şoreşgerî? Peywir; perwerde, rêxistinkirin û çalakî ye. Ger em zêdetir vekin partîbûn, artêşbûn û şere, em zêdetir vekin jiyana partiyê, rêxistina navxweyî ya partiyê û şêwazê jiyana partiyê ye. Ger em ji vê jî zêdetir vekin artêşbûn, gêrîlayê vê û taxtîkên sereke yên gêrîla ne, em hîn jî vekin sengergirtin, tevgerîn, pîlankirina çalakiyên serkeftî ye, ji vê jî zêdetir vekin hema di her gavê de li gorî qûralên me meşandin, ji bo vê perwerde, bi qasî pêwîst xedar perwerde ye.
Madem em naxwazin bên parçekirin, wê demê divê em bi ser hemû pêdiviyên şerê şoreşgerî de biçin. Bawerim yek ji we ji vê rastiyê guman nakin. Wê demê ev nêzîkatiyên we yên rastgir û kêfî ji peywiran, raye, artêş û partiyê bi xwe re çine? Hûn ê vê çawa rave bikin? Dema ku em şerê xwe yê pîroz li beramberî vê terora xedar pêş dixin; ev tengezarî, her tim xwe xapandin, ber bi rastê ve çûyîn, çarçûrkirina nirxan, xwe bi rêkûpêkî rêxistin nekirin, perwerde nekirin, li gorî qûralên sereke yên şer tevnegerîn, venêrîn nekirin, dîsa li darnexistina çalakiyek bi asanî dikare bê lidarxistin çiye? Ger hinekî hûn li beramberî xwe rêzdarin, we dijminê xwe û şerê xwe rast fêm kiriye, wê demê em ê çi navî li nebesî, binkeftinê ev bi xwe re tîne bikin? Li beramberî van nirxên şer derxistine holê ger di hevgirtinê de bi îda bin, ji dayîna şerê rizgariya netewî bawerin, heta dawî bawer dikin ev di pêşengatiya PKK’ê û şerê berxwedaniya pîroz de tê meşandin, wê demê ev ne cidî bûn, xwe ewqas xapandin çiye? Ya herî girîng jî ev helwestên kêfî yên şansê serkeftinê dide şerê taybet çine?
Rêber APO
Çavkanî: KOMARA MÊTINGER QIRÊJ Û TAWANBARE