HESEKÊ- Doh şev ji aliyê endamên Yekitiya Jinên Ciwa ên bajarê Hesekê, di çerçoveya hamleya “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji pirsigirêka Kurd re Çareserî” a ku derbasî qonaxa xwe ya duyemîn bûye, pêşengehekî hat lidarxistin.
Pêşengeh li Gulîstana 4’ê Nîsanê a ku sala berî ji bo Rêber Apo hatibû vekirin, bi dehan weneyên Rêber APO û gotinên kurt ya Rêber APO pêk hat.
Pêşengeh ji aliyê derdorê ve gelek bal kişand ser xwe û gelek kes xwestin pêşengeh ziyaret bikin.
Pêşengeha wêneyan ku ji aliyê jinên ciwan ve hate pêşkeşkirin piştî saatan hat bi dawî kirin. Jinên ciwan bi sloganên ku ji bo Rêber APO bêrz kirin xebatê xwe bi dawî kirin.