NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyeke nivîskî li ser hesabê xwe yê înternetê ragihand ku li bajarên Mêrsîn û Muglayê li 3 nuqteyên cuda çalakî li dar xistin.
Di daxuyaniyê de; “Ji bo rizgarkirina namûs û rûmeta xwe ya netewî, agirê me yê tolhildanê wê li bajarên Tirkan bidome, heta ku Tirk bi temamî ji Kurdistanê bên derxistin ber bi bajarên Tirkiyeyê ve diçin.. Di vê çarçoveyê de em Kurdên birûmet ên ku li hemberî bûyerên li Kurdistanê bê deng neman û tola xwe hildan, silav dikin.”
Di bûyera dawî ya li Şirnexê de me careke din rûyê rast ê dagirkeriyê dît. Dagirkerî çanda destavêtinê ye. Peyva dagirkeriyê di Erebî de tecawiz e. Dema em di çarçoveya vê rastiyê de binirxînin, hebûna Tirkên dijminatiyê li Kurdistanê tê wateya ku her roj rûmeta me ya neteweyî tê binpêkirin. Heq û berpirsyariya xwezayî ya her Kurdekî ye ku tola xwe hilîne û ji dagirkeran hesab bipirse.
Weke Înîsiyatîfa Zarokên Agirî em careke din diyar dikin ku em ê di her firsendê de û di her şert û mercî de tola dijminê xwe yê Tirkan hilînin û li hemberî ti êrîşan li Kurdistanê bêdeng namînin. Ji bo rizgarkirina namûs û rûmeta xwe ya netewî, agirê me yê tolhildanê wê li bajarên Tirkan bidome, heta ku Tirk bi temamî ji Kurdistanê bên derxistin ber bi bajarên Tirkiyeyê ve diçin.. Di vê çarçoveyê de em Kurdên birûmet ên ku li hemberî bûyerên li Kurdistanê bê deng neman û tola xwe hildan, silav dikin.”
Çalaki:
Di 13.04.2024’an de li Taxa Azadiyê ya Akdenîzê ya Mêrsînê pîkapek hat şewitandin.
Di 13.04.2024an de li Navçeya Azadî ya Akdenîzê ya Mêrsînê tesîseke vezîvirandinê hat şewitandin.
Di 13.04.2024an de li Fethiyeya navçeya Muğlayê mînîbusek şewitî.