REQA – Roja duyemîn a “Kampa Rêber Abdullah Ocalan” a Tevgera Ciwanên Şoreşger li ber Çemê Firat berdewam dike. 15 ciwan û jinên ciwan ên Reqayê beşdarî vê kampê dibin.
Ders li ber Çemê Firatê li Reqayê hatin dayîn, ji bo ku endaman bi gelek cihên bajêr re bidin nasîn.
Ders derbarê danasîna tevgera ciwanan, xebatên wan, girîngiya wan a ji bo civakê, bandora wan a li ser civakê û perspektîfên Rêber Apo derbarê rolê wan hat dayîn.
Kampê wê hefteyekê bi dersên li ser jiyan û tekoşîna Rêber Apo, li ser Partiya Karkerên Kurdistan (PKK’ê) û li ser rola ciwanan bidome.