NAVENDA NÛÇEYAN – Muhammed Orhanê ku di dema berxwedana Wanê de hatibû binçavkirin û bi wêneyê xwe yê bi ken bû mijareke germ hat berdan.
Muhammed Orhan (18) ê ku di berxwedana li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP’ê ya Wanê de hat binçavkirin û girtin û bi wêneyê xwe yê bi ken bû sembola berxwedanê, serbest hat berdan. Orhanê ku di 4ê Nîsanê de bi îdiaya “endamê rêxistina terorê ye” hatibû girtin, li ser îtîrazê hat berdan.