NAVENDA NUÇEYAN- Îro 38’emîn salvegera şehadeta şehîd Ezîz Ereb Ereb (Nadir Şêx Hesen) e ku di sala 1983’an de tevlî nava refên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bû û di 17’ê Nîsana 1986’an de şehîd bû. Şehîd Ezîz Ereb yekem şoreşgerekê Ereb e ku tevlê nava refên PKK’ê bûye. Bi berxwedanî û tekoşîna xwe ve bûye sembola bi hevre bûna Gelê Kurd û Ereb.
Bi vesîlêya salvegera Şehîd Ezîz Ereb, Hesen Şêx Hesen a ku bavê Şehîd Ezîz Ereb e ji ajansa me re qala jiyana şehîd Ezîz kir:
“Navê min Hesen Şêx Hesen e. Ez ji gundê Meryemîn a girêdayê Efrînê me. Şehîd Ezîz xortekî gelekî mirovane bû. Xwedî exlaq û wijdan bû. Dema diçû refa şeşan em li Efrînê bi cih bûn û li Efrînê xwend heta refa nehan. Piştre çû Helebê. Mirovekî zîrek bû. Li Helebê di bakelorya de tevlî ezmûnan bibû. Dema ku encam derketin, yekemîn li ser asta Helebê derket. Wê demê dayika wî jê pirsî, ‘kurê min, hima bawernameya te derkeve here cihê ku ez herim, bawernameya herî baş e’.
Ez li dikanê rûniştî bûm, hate cem min û rewşa min pirsî, pirs kir çi heye. ‘Ti kes li gel me tûne tê bi kude re ve herê ji te pêve kes nîne’. Ji min re got ‘demekê bide min, ez du mehan ji vî welatî derkevim’. Di 83’yan de derbasî Muesker bû. Piştire di 84’an de derbasî Akademiyê bû. Wê demê Serok dît û gelek mijar guftugo kirin. Serok jê re got tu yê niha herî serê çiyê û ferza wî li çiyê çêbû. Kengî ferza wî li çiyê çêbû di dawiya 84’an de. Tu kes wê demê nebû, ew û Egîd bû û çend hevalên din. Wê demê ji Serok pirsî emê çawa partiyê biguherin. Serok jê re got ne ez dizanim û ne tu dizanî û wê demê berxwedana xwe dest pê kirin.
Ew kesekî berhemdêr bû, her wiha, di warê eskerî û siyasî de, di hemû aliyan de serketî bû. Ew û sê hevalên xwe bi operasiyonekê rabûn, ew şehîd ket û her du hevalê din vegeriyan. Heya 86’an, 17 Nîsanê agahiya şehadeta wî ji min re hat. Şehîd ket, me tiştê pêwîst kir. Ez jî di salên 90’î de tevlî bûm. Ez û Yûsif Terbûş me dest bi kar û xebatan kir heya vê kêliyê. Ev bû 32 sal kar û xebat dikim, tiliyê min yê lingan hatin rakirin, tevlî wilo jî em bi paş de venegeriyan. Em bi şoreşê rabûn, şoreşeke rast. Yekem gav me dibistanek bi navê Ezîz li Efrînê vekir me her kes vexwend, min gotin got. Em natirsin, tirs li gel me tûne. Em ji girtinan, kuştinan natirsînin.”