DÊRÎK – Komîteya Ciwanan a Hêzên Parastina Civakî (HPC-Ciwan) li Dêrîkê di ketin û derketina bajêr de bi HPC û Asayîşê re ji bo ewlehî û aramiya bajêr di dewriyekî li darxistin.
Ev çalakiyan di çarçoveyê parastina rewa û stratejiya şerê gelê şoreşgerî tên li darxistin. Ji bo ku civak azadiya xwe winda neke lazim e ku bikaribe parastina xwe bike. Dema hêzekî derve civak yan jî tenê beşekî biçûk ê civakê xebatê eskerî dike, civak dikeve di bin kontrolê wan de û îrade û azadiya xwe winda dike.