MEXMÛR- Di çerçoveya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê ji bo jinên Ciwanên Mexmûrê di bingeha xebatê Çand û Hûner de kursên Erbane didin destpêkirin.
Komiteya Çand û Hûner a TJCM di derbarê kursa ku were vekirin de ev agahî parvekirin.
“Ji diroke heta niha jin hertim di hûnere da hebûn e. Her tim ji afirandine û avakirine. Heya sale 70 ji jin di hûnere de xuye nekiriye. Her jin avakiriye le bi navê xwe nikaribûye derxinê pêşberê cîvakê. Piştî salê 90’i jin hêdi hêdi rengê jinê di hûnere de hat xuya kirin. Heta roja meya îro ji em nikarin bejin ku jin sedi sed dikare bi nasnameya xwe bêje ez heme, înkarkirin heta roja meya îro ji berdewame. Pewîsti bi nasnameyek xweser heye li ser vê nasnameye hilberinên xwe li gor van pivanan peş bixe pewiste destpeke hişmendiyek xurt were avakirin.
Berhemen jinên Kurd heta îro hatin û ev jinên ku xwedî wan berheman e bûn pêşengên ve tekoşîne. Piştê ku Kurdistan bû çar perçê bi qirkirina çandî re rû bi rû man. Le jinên Kurd li gel êrişan û qirkirinan xwedi çanda xwe derket û derdikeve ji, ji ber wê jî pewistiyek, bingehek xweser bi rengê jine xwe ifadekirin ra hebû.
Devreya perwerde li ser navê Şehid Vejin Jiyan tekoşina azadiya jinen Kurd da peşengek bû, tê vekirin. Armanca me ewe ku em herî kêm 3 mehan perwerde bidin, dibe ku direjtir bibe. Me ji xwe re kiriye armanc ku em bi ciwanen xwe re xebaten çandî bidin berdewam kirin û bi vi şekli ji xwedi çanda xwe derbikevin û çanda xwe biparezin.”
Dîroak Serlêdanê: 12- 30 Nîsan
Cihê Serlêdanê: Atolya Şehîd Avyan Buldan
Temenê Serlêdanê: Ji 13 salî jortir