ŞEHBA – Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya kantona Efrîn û Şehba di çarçoveyê pêkanîna bernameya civîna xwe ya berfireh, dewreyekî perwerde ya girtî ji bo endamên rêveberiya ciwanên PYD’ê yên bajaran vekirin.
Ev dewrê wê 3 roj berdewam bike û armanca wê kûrkirina bîrdozî ya ciwanan ku beşdar dibin û bihêzkirina bingehên wan ên siyasî da ku alîkariya wan bikin ji bo ciwanan birêxistin bikin û di warê fikrî û siyasî de perwerde bikin. Dersên derbarê dîroka Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), rola ciwanan di birêxistinkirina civakê de, rêveberî û rêxistinbûn werin dayîn.