NAVENDA NÛÇEYAN –
Exlaqê mirovatiyê çi ye? Ne egoîzm û zilm kirine. Na. Divê mirov ji bo xwe jî, ji bo kesên din jî adil be. Di civaka xwezayî de jî ev yek wisa ye. Wekhevî li ser vî esasî heye; zilm li ser vî esasî nîn e. Kes li kesî zilmê nake. Wekhevî heye. Edalet heye. Exlaq bi xwe ev e. Exlaqê mirovatiyê bingehê xwe ji vir digire. Di vê wateyê de her çiqas nijadperestî hebe, dijîtiya azadî û wekheviyê hebe, encex a girîng kesên ku azadî, wekhevî û edaletê diparêzin jî hene. Ev, temsîlkirina exlaqê mirov e. Wekî temsîla kevneşopiya civaka xwezayî ye. Ev, wijdana mirov e. Ango mirov wijdana xwe qebûl nake ku dewlet an jî neteweya wî here li ser neteweyeke din zilmê bimeşîne. Wijdana mirov vê qebûl nake. Ev nêzîkbûneke şoreşgerî ye. Şoreşger, li ser vî esasî bûne şoreşger. Jixwe şoreşger ji bo parvekirineke adil, ji bo edaletê, ji bo sosyalîzma demokratîk ava bibe dibe şoreşger.
Şoreşgerên ku ji bo parvekirineke adil, ji bo azadî û van nirxan bûne şoreşger, piraniya wan gelek caran belkî wekî şexs ew bi xwe ne muhtacê wê ne. Wekî şexs ku bixwaze belkî dikare bijî. Derfeta xwe ya madî jî heye. Di dîroka me de pir hevalên wisa hene. Nimûne, hevalê herî dawî şehîd ketî hevalê Alîşêr e. Bi xwe ji malbatek dewlemend bû, zanîngeh qedandibû û dikarî cuda bijî. Pirsgirêkeke wî ya şexsî tune bû. Lê ji 20 salan zêdetir di şert û mercên herî giran, herî zehmet de rexmê ku pirsgirêkên wî yên fizîkî hebûn, pirsgirêka wî ya çav hebû ku bi şev nedidît, tim tercîha xwe li ser cihên asê, cihên zehmet dikir. Mîsal, tim qadên wekî Dêrsim, Karadenîz pêşniyar dikir, inyat dikir (dayatma) û dixwest li ser van çiyayan bijî. Lê bi şexsî û bi malbatî qet pêwîstiyeke xwe nebû. Bavê wî hat û çû Xakûrkê, goristana şehîdan ziyaret kir. Li wir ji hevalan re got: “Min nû fêm kir ku pere qîmeta xwe tune ye. Alîşêr ne ji bo nirxên madî, ji bo nirxên manewî ewqas li ber xwe daye.” Tabî bavê wî bi wî awayî bandor bû. Ango pir kesên wisa hene. Cardin mînaka hevala Zîlan heye.
Ya girîng, bi şexsî na, lê tu di nav civakekê de yî. Eger di wê civakê de neheqiyek jiyan dibe, tê bi xwe jî bijî. Ha, ev wijdan e. Gundiyekî te, karkerekî te ku li cihekî dipelixe, tê vê yekê wekî pelixandina xwe bibînî. Ev, wijdana mirov e. Ev, kerameta mirov e. Ev, rûmeta mirov e. Mirovê ku hestê mirovatiyê pê re tune be, ango wekî mirov jiyan neke, tenê bi zikê xwe, bi şexsê xwe bifikire, jiyanê wekî tijîkirin û valakirina zik dizane, ew kes dikare erzan
bijî, lê ev ne mirov e. Mirovatiya wî kêm e, wijdana wî kêm e, hestê mirovatî pê re pir nîn e. Belkî mirov e, du lingên xwe hene, lê esas ne wisa ye, hov e. Heta ji heywan jî hinek wêdetir e. Kesên wisa jî hene. Lê yê ku wijdan û exlaqê mirov pê re hebe, nikare li hemberî zilmê bêdeng bimîne. Zilm li kî dibe bila bibe li hemberî wê nikare bêdeng bisekine. Hele hele ku ev zilm bîzat li wî bi xwe dibe, li gelê wî dibe rewşa şexs çi dibe bila bibe, ew nikare li hemberî wê bêdeng bimîne.
Derketina Serokatiyê jî li ser vî esasî ye; ango ji bo wijdanê ye. Serokatî serpêhatiyên xwe di gelek dahûrandinan de tîne ziman. Serokatî, piştî ku di lêgerînên xwe de digihe heqîqetê, di dahûrandinên xwe de dibêje: “Êdî wateya ku mirov biçe bibe qeymeqam an jî bibe walî namîne.” Ji ber ku Serokatî dibistan dixwend û di encamê de wê bibûya rayedarekî dewletê yan bibûya qeymeqam an jî walî. Lê di qenaeta Serokatî de êdî wateya bûyîna karmendekî dewletê namîne. Ango êdî ne mumkûn e wijdan qebûl bike ku li hemberî qirkirina gelê Kurd bêdeng bimîne. Qirkirinek heye. Buhayê wê çi dibe bila bibe, ev bi madî nayê pîvandin.
Wijdana mirovatiyê ha wisa mirov dike şoreşger, dike têkoşerê azadiyê. Ew mirovan dibe wê encamê. Di vê çarçoveyê de mirov her tiştî dide ber çavên xwe, dikare her tiştê xwe ji bo wê feda bike. Jixwe Serokatî jî wisa kir û got: “buhayê xwe çi dibe bila bibe, divê mirov li hemberî qirkirina di Kurdistanê de bêdeng nemîne. Bêdengî ne mirovatî ye.” Dûvre hevalên din jî wisa nêz bûne û rêxistina me PKK wisa ava bûye.
Li hemberî bêedaletî, zilm, hovîtî û qirkirinê pêşxistina berxwedan û şerê rewa tenê ne tiştekî rewa ye; heman demê erkeke mirovatiyê ye. Her çiqas modernîteya kapîtalîst mirovatî kiribe xeteriyê jî, cardin ku îro mirovatî heye, wijdana mirov heye û exlaqê mirovatiyê jiyan dibe, sedema vê berxwedana mirovatiyê ye. Li hemberî zordestiyê bipêşxistina şerê rewa û şerê mafdar e. Eger ji bo rêya heq şer nebûya, maf jî wê tune bûya.
Eger ji bo edaletê şer nebûya, di dîrokê de mirovan xwîn nerijanda, îro wê kesekî/ê behsa peyva edaletê jî nekira. Van nirxan gişt bi berxwedanê, bi xwînê, bi kedê hatine afirandin û li ser vî esasî pîroz in. Mirovan ji bo wê xwe feda kirine. Tiştên ku mirov bikaribe xwe di rêya wê de feda bike jixwe ev in; wekî din ne tiştek e.
Şerê rewa yan jî bi zimanekî din şerê mafdar parastina mirovatiyê, parastina edaletê kiriye. Wekî temsîla wijdana mirov bi pêş ketiye. Ango mirovan neheqî qebûl nekiriye. Ev layiqî exlaqê xwe, mirovatiya xwe, wijdana xwe nedîtiye û li hemberî wê li ber xwe daye. Bi vî awayî şerên rewa çêbûne, wana mirovatî dane jiyîn û heya roja îro anîne. Di hundirê dîroka mirovatiyê de cihekî şerê rewa yê ku parastina mirov dike, heye. Jixwe ger mirov rê
bide neheqiyê, bêedaletî û hovîtiyê, wê çaxê li wir mirovatî namîne, wijdana mirovatiyê namîne, tiştek namîne. Em bêjin, li Tirkiyê Cuntaya faşîst a 12’ê Îlona sala 1980’an hat.
Cuntayê hemû tişt da ber xwe. Zilm meşand. Bi hemû kerametên mirov dilîstin. Mesela, mirov şilfî tazî dikirin û jin-zilam berdidan nav hev. Li Kurdistanê wisa kirin. Belkî niha li pir zîndanan tê behskirin. Dibe ku li hemûyan werga nebûbe, wisa wekî jin-zilam bi kerametê mirov nehatibe lîstin. Lê li gundê Hîlwanê di sala ‘80’î de tê zanîn ku werga kirin. Ango bi her cureyî bi xurûra mirov leyîstin. Pîsî bi mirovan dan xwarin. Ma hîn di sala 1991’an de, li Cizîrê pîsî bi mirovan nedan xwarin? Ev çi ye? Ev, hovîtî ye.
Li hemberî hovîtiya 12’ê Îlonê çi bû? Di zîndana Amedê de hovîtî rabibû erşan, li kêleka wê, îradeya mirov, wijdana mirov di şexsê rêheval Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Ferhat Kûrtay, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û tevahî hevalên din ên li ber xwe dayîn de berxwedana mirov bilind bû. Wana bi berxwedana xwe wijdana mirovatiyê temsîl kirin. Ew berxwedanî nebûya mirov nedima. Ne ew berxwedanî bûya belkî em jî îro nebûna. Ji ber ku di encamê de em berhema wê berxwedanê ne. Tabî ew faktorek esas e. Lê em beriya wê û piştî wê bihesibînin û herî dawî wekî asta herî jor li zîndana Amedê, li hemberî hovîtiya 12’ê Îlonê berxwedana wijdana mirov, kerameta mirov rê vekir ku, em 15’ê Tebaxê bi pêş bixin. Vê berxwedanê rê vekir em berxwedaneke dûvdirêj û dîrokî li dar bixin.
Nexwe li hemberî zilma hovîtiyê keramet û wijdana mirovatiyê her tim bêdeng nemaye, li ber xwe daye. Belkî wê çaxê hema zilm neşikandiye, lê bingehê şikandina zilmê daniye. Ji ber wê yekê, berxwedanên çêbûne qet yek jî vala neçûne. Wana dîroka mirov, kerameta mirov, exlaqê mirov, wijdana mirov dane jiyîn. Îro ger li hemberî hovîtiya modernîteya kapîtalîst mirovatî sekneke xwe heye, di bingehê wê de ev berxwedana di hundirê dîrokê
de heye. Şerê rewa, şerê mafdar ev e. Vî şerê rewa û mafdar mirovatî parastiye, kerameta mirovatiyê parastiye. Belkî li cihekî ji bo parçeyek ax şer kiribe, lê di şexsê wê parçeya axa wî welatî de mirovatiyê xwe daye axaftin. Ev wisa ye. Kerameta mirovatiyê xwe di wir de bi cih kiriye. Îro ku em behs dikin û dibêjin li filan dîrokê, filan derê evqas kesan berxwedaneke pîroz kirine; ev berhemek e, bingehek e.
Ya girîng, berxwedanên li hemberî zilmê yên mafdar bi xwe re mirovatî dane jiyîn. Ev bûye parastina îrade, wijdan û exlaqê mirovatiyê. Lewre berxwedan tenê ne rewa ye, heman demê mafekî mirovatiyê ye. Eger tu vê berxwedanê nemeşînî, mirovatiya te dikeve xeteriyê. Tu bêdeng bimînî, teslîm bibî mirovatî bi te re namîne. Wê çaxê tê wekî heywanekî tenê ji bo pariyek nan bijî. Dibêjin ya “ji bo tasek şorbe”, wê çaxê tu xwe ji bo tasek şorbe difroşî. Li vir mirov namîne. Wê çaxê mirovatî diçe ango keramet diçe, hebûna mirov bêwate dibe.
Gelek kesên wisa hene ku dema dikevin wî qalibî û şûn de wekî heywan dijîn û yek jî jixwe nikarin ji jiyan û mirovatiyê tu tamê bigirin. Yên wisa tu caran îstikrar di wana de çênabe. Jixwe kêfxweşî û serfirazî qet çênabe. Wana êdî wê ne serfiraz bijîn, êdî wê tenê ji bo mîde û kurtêlan bijîn. Jiyana wan ji jiyanê derdikeve. Jiyan ku jiyan be, bila rojek be, lê bila bi wate be. Ev girîng e.
Çavkanî: Heqîqeta Şer – Murat Karyailan