MARSÎLYA – Ciwanên endamên CKF (Ciwanên Kurdistanî En France) ku li bajarê Marsîlya yê Fransayê turnuvaya futbolê li dar dixe, ji bo festîvala ciwanên Kurdistanê ku 25’ê Gulana 2024’an li bajarê Freiburg ê Elmanyayê tê lidarxistin, dest bi amadekariyên turnuvaya futbolê kirin.
Turnuvaya futbolê ya Şehîd Alî Çîçek di 12ê Gulanê de dest pê dike û tîma serketî dê beşdarî festîvala ciwanên Kurdistanê bibe.
Ciwanan di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kirin ku ji bo pêşîgirtina li asîmîlasyon û qirkirina çandî ya di van salên dawî de her ku diçe zêde dibe û ji bo civakbûyînê bê misogerkirin, ew turnuva li dar xistine wan arasteyî çalakiyên werzîşî û çandî bike da ku wan ji jiyana qirêj dûr bixe. Her wiha hate diyar kirin ku “Em bi çalakiyên wiha hişyariyê bilind dikin û ciwanên Kurd ên li Marsîlyayê ji dayik bûne û mezin bûne teşwîq dikin ku çand û cewhera xwe nas bikin.”
Her wiha ciwan bi wan aktiviteyan wiha re armanc dikin ku ciwanên ku ji ber bandora jiyana sanal ji jiyana rast qut bûne, bi çalakiyên civakî bînin cem hev.
Dema serlêdanê, rêzikên tûrnûvayê û civîna turnuvaya Şehîd Alî Çîçek wê di 5’ê Gulanê de li Komelê Marsîlya pêk were.
Ji bo agahdariya berfireh: 0751021716