BÛRSA – Milîsên KBDH’ê Bêrîtan Şemse bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku li Bûrsa/Nîlûferê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker a li dijî ax û gelê Kurdistanê, li Bûrsa/Nîlûferê pîkapeke faşîst şewitandin.
Daxuyanî wiha ye:
“Faşîzma AKP-MHP’ê bêyî ku gav biavêje êrîşên xwe didomîne. Bi êrîşên xwe yên dagirkeriyê hewl dide têkçûna xwe ya di hilbijartinan de veşêre. Her leşkerê Şoreşa Yekbûyî li hemberî van êrîşan dev ji helwesta xwe ya bi îrade û xurt bernade.
Yên ku herî zêde ji van êrîşên faşîzmê bandor dibin dîsa jin û destkeftiyên wan in. Weke Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan em ê rê nedin van êrîşên dagirkeriyê li her qadê.
Weke KBDH em faşîzma AKP-MHP’ê hişyar dikin; Ji çiyayên Kurdistanê derkevin! Em ê li dijî her operasyonên ku hûn li çiyayên me pêk bînin, li bajaran jî bi heman rengî bersiv bidin!
Di 14ê Nîsanê de me li Bursa/Nilüferê kamyoneke faşîstan şewitand! Kamyona ku me şewitand, nekarîn bikar bînin.
Em bang li hemû jinan dikin; Tevlî mîlîsên KBDH bibin! Werin em li eniyên herî pêş li dijî faşîzmê têbikoşin!
Bijî KBDH!
Bijî Têkoşîna Jinan a Yekbûyî!
Şehîd Namirin!”