DÊRAZOR – Hemwextî salvegera şehadeta şehîd Ezîz Ereb ê ji pêkhateya Ereb, 33 ciwan tev li Meclisa Leşkerî ya Hecînê bûn û li Akademiya Şehîd Ronî Welat dest bi perwerdeya xwe kir.
Şehîd Ezîz Ereb 17`ê Nîsana 1986`an li çiyayên Kurdistanê şehîd bûbû.
Di merasîma tevlêbûnê de, bi dehan endam û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hecînê hazir bûn.
Ciwan dê 45 rojan perwerdeyê bibînin. Dewre bi navê şehîd Ekaş Ebû Hemam hate navandin.
Di merasîmê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hecînê Rayan Qeran axivî û got: “Hemwextî bîranîna şehîd Ezîz Ereb me ev dewre vekir. Divê em şopdarên rêya şehîdan bin. Em bang li ciwanên nû tev li perwerdeyê bûne dikin ku bi ruhekî bilind tev li waneyan bibin. Ji bo ku fêr bibin çawa welatê xwe biparêzin û li hember êrişan bibin bendeke asê.”
Endamê rêveberiya Akademiya Şehîd Ronî Welat Welat Ereb jî wiha axivî: “Me ev akademî di Meclisa Leşkerî ya Hecînê de vekir. Îro 33 ciwan tev li dewreya şehîd Ekaş Ebû Hemam bûn. Em ji vir dikarin peyamekê bidin cîhanê ku em li her hewldanekê ji bo têkbirina ewlehiya herêmê, bendeke asê ne.”
Çavkanî: ANHA