REQA – Di bin dirûşma “Di bin sîwanê KJK emê sedsala 21 bikin sedala azadiya jinan” tevgerên jin ên Reqayê îro danê sibê bi boneya salvegera 19’emîn a Komalên Jinên Kurdistan (KJK), ku di 18’ê nîsanê 2005’an de hate ragihandin, pîrozbahiyekî li darxistin.
Jinên ereb û kurd ku beşdarî pîrozbahiyê bûn derbarê wê bi Nûçe Ciwan re axivîn.
Pîrozbahî bi kombûna tevgerên jin û endamên jin ên saziyên civakî û leşkerî yên bajarê Reqayê, di nav de Kombûna Jinan a Zenobia û Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqayê.
Di destpêkê de mêvan hatin pêşwazîkirin û ji bo giyanê şehîdên şoreşê deqeyek rêzgirtin hate rawestîn. Piştî wê jî peyama Kongra Star a ku ji KJK re hat şandin hat xwendin.
Piştre koma şano û koma govend a Tevgera Hîlala Zêrîn a Reqayê hunera xwe pêşkêşkirin û stranên bi zimanên Kurdî û Erebî ji aliyê hunermendên Mîna Allah Tohme û Siham Nabû hatin gotin. Piştî wê gelek stran bi zimanên erebî û kurdî hatin pêşkêşkirin û şahî bi berzkirina diruşmeyan bi erebî û kurdî bi dawî bû.