NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Zarokên Agir bi dimenekê ku li ser malpera xwe ya înternetê hat weşandin, der barê pêvajoyê de nirxandin kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk a faşîst nasnameya Kurd qebûl nake û hat gotin, “Ev der welatê me ye, em li vir dijîn, lê li bajar, tax û kolanên me leşkerên dijmin hene. Melayên tirk li mizgeftên me bi tirkî weaz dikin û dijminatiya me dikin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li hemberî qedexekirina nasnameya wan, qetilkirina gerîlayan a bi jehrîkirina wan bi madeyên kîmyewî, kêran li ciwanên Kurd ên ji bo stran gotinê bêdeng mane û wiha hat gotin: “Me Newrozê de sond xwar û soz da ku em ê vê bêdengiyê, ev xiyanet, ev durûtîbişkînin; Werin em ji vê rewşa xerab xilas bibin. Vegere ser esasê kurdbûna xwe”.
Însiyatîfa Zarokên Agirî diyar kirin ku ew ê sozên ku weke keç û xortên Kurdistanê dane, biparêzin û got, “Di vê mijarê de her kes heta dawiyê xwedî însiyatîf e.”