DORTMUND – Jinên ciwan ên Kurd ên endamên rêxistina jinên ciwan ên Ewropayê TekoJIN, li dijî êrîşa herî dawî ya li Şirnexê dengê xwe bilind kirin. Jinên ciwan ên endamên TekoJIN’ê gotin, “Berpirsyarê van bûyeran zîhniyeta baviksalarî û xwezaya nefret a faşîzmê ye. Divê em bi hev re li hemberê van şer bikin. Bi taybetî jî weke jinên ciwan em hêzeke bi heman rengî pêk tînin. Em weke jin her roj rastî êrîşan tên. Em ê xwe biparêzin û ji bo azadiya jinê têbikoşin.”
Êvara Îna borî li Şirnexê, çavuşekî Tirk serxweş du jinan xwestibû tacîz bike. Hevserokê sendîkaya herêmî ya SES’ê Mûrat Ozbey jî got, “Roja Şemiyê di xwepêşandana li dijî tundiya li ser jinan de ji aliyê çavuşek bi unîformayên Tirk ve jinan dema vedigeriyan malê rastî êrîşa zayendî hatin.” Dema jinan alîkarî xwestin û derdorê bi taybetî jî ciwan bi armanca xweparastinê mudaxele kirin çawîşê pispor ê faşîst ê Tirk ceza kirin û rakirin nexweşxaneyê.
Jinên ciwan ên endamên TekoJIN’ê diyar kirin ku bûyera li Şirnexê tenê mînakek e û diyar kirin ku li ku û bi çi rengî dibe bila bibe divê li dijî her cure êrîşên li dijî jinê di çarçoveya parastina cewherî de bersiv bê dayîn. “Em bertekên lezgîn ên gelê Şirnexê bi taybetî ciwanan û hemû gel bi taybet jinan silav dikin.”