ŞENGAL- Doh li Şengalê li Dewraya Şehîd Mam Zekî ya Sînûnê bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê ji bo bal kişandine tecrîda girankirî a li ser Rêber Apo bi coş û germahiyêk mezin çalakiyêk hate li darxistin.
Dewraya Mam Zekî bi pankardek kû bi wêneyên Rêber Apo hatibû xemilandin hate dawî kirin. Ev pankardê kû bi wêneyên Rêber Apo û slogan û wêneyên Rêber Apo hatibû xemiladin bi drêjahiya 30 metre bû. Di vê çalakiyê de bi tevlî bûna dehan ciwan û jinên ciwan brûşûrên li ser jiyana Rêber Apo hate belav kirin. Ciwan û jinên Ciwanên Êzîdî û Ereb saatek pêşî dewra Şehîd Mam Zekî ji bo bal kişandine ser Rewşa Rêber Apo ba hevdû rûnîştin û brûşûrek derbarê Jiyanê Rêber Apo xwendin.
Bi vê rengê Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengal û Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê, zêdetirî 3 sal agahî negirtin ji Rêber Apo ne razîbûyina xwe nîşandan û bi rola xwe ya pêşengtiyê re rabûn.
Herê dawî di nav gel de brûşûrên di derbarê jiyana Rêber Apo hate belav kirin. Bi slogana Bê Serok Jiyan Nabe, Em Ciwan Em Ciwan Can Fedayê Ocalan, Bijî Serok Apo û Bijî Berxwedana Îmralî çalakî bi qêrîn û germahiyêk mezin bidawî bû.