REQA – Di bin dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” de îro danê sibê Yekitiya Jinên Ciwan ên Dêrazorê, Minbic, Reqa û Tebqayê Festîvala Biharê ya jinên ciwan ya çand, huner û werzîş li darxist. Di mîhrîcanê de bi dehan jin, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên jin ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqa û endamên jin ên Meclisa Leşkerî ya Reqayê beşdar bûn.
Jinên Ciwan ku tevlî festîval bûn bi Nûçe Ciwan re axivîn.
Mîhrîcan ji aliyê berdefka Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Reqayê ve Hadîl Tohme hate pêşwazîkirin û di dest pê kê de ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêzgirtin hate rawestîn. Piştre Rêvebera Komîteya Jinên Ciwan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîna Mihemed axivî. Emîne anî ziman ku bi kedên Yekitiya Jinên Ciwan mîhrîcan hat lidarxistin û diyar kir ku sedema navlêkirina mîhrîcanê jî ew e ku di biharê de ruh û fikra jinan heye.
Piştre stranên tembûr ji aliyê Koma Hîlala Zêrîn ve hatin pêşkêşkirin. Piştî wê jinên ciwan ji Dêrazorê, Minbic, Reqa û Tebqayê beşdarî pêşbîrkên cur bi cur bûn. Xelat li rêhevalên jin ên ku beşdarî pêşbirkê bûne hatin belavkirin.
Her wiha, berhemên jinan ên durûtina li ser cawan, neqişkirina li ser qermîtan, entîk, nanpêjkirin, tevnkirin, çêkirina selikan û tiştên kevnare hatin pêşkêşkirin.
Festîval bi girtina dîlanên gelêrî yên erebî û kurdî ji aliyê beşdaran bi dawî bû.