PARÎS- CKF’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Em hemû ciwan û dostên Kurd ên li Parîs û derdora wê vedixwînin turnuvaya futbolê ya ku ji bo bîranîna Berxwedan Çiyager a ala berxwedanê ya Evîn Goyî ya li Parîsê hat qetilkirin, Parîs heta Rojhilat li dar xistibû.”
CKF ku di daxuyaniyên xwe de balê dikişîne ser asîmîlasyonkirina ciwanan jî, di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji bo parastina xwe li hemberî xeteriya qirkirina çandî em hemû ciwanên Kurd û dostên wan vedixwînin vê çalakiya ku em ê li dijî asîmîlasyonê bi cih bikin, ji bandora biyanîker a Modernîteya Kapîtalîst rizgar bibin, ji xetereyên cîhana virtual dûr bikevin. Civakbûna me hêza me ye.” got.
“Berxwedan Çiyager, Piştî şehadeta Evîn Goyî ji Parîsê ber bi Rojhilat ve rêwîtiyeke efsanewî kir û weke şopdarên felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bû sembola fedakarî û fedekariyê; Ji me ciwanan re got em xwe bi rêxistin bikin û li dijî qirkirin û asîmîlasyonê li ber xwe bidin.”
Agahiyên beşdarbûna turnuvayê wiha ne: (Dawiya serlêdanê ji bo beşdarbûna turnuvaya futbolê ya Şehîd Berxwedan Çiyager 05.05.2024 e. Ji bo agahiyên berfireh: 07 53 52 37 40)