NAVENDA NÛÇEYAN- Li navçeya Çemçemal ciwanek bi guleya demanceyê hat kuştin, polîs jî dibêje “li gor lêkolînên destpêkê bûyer bi qestî çênebûye, hevalê wî bi şaştî ew kuştiye.”
Çavkaniyek ji Rêveberiya Polîsê Çemçemal ku nexwest navê xwe eşkere bike derbarê bûyera kuştinê de ji ajansa me re ragihand ku şeva Pêncşemê komek ciwan li cihekê civiyan, kêliya ku bi demancê dileyist destê wî bi şaştî ket ser tetîkê û hevalê xwe kuşt.
Çavkaniya polîs got; “Yek ji wan ciwanan demanceyek ji cûrê demancaya Tirkî kiriye dema xwest biceribîne guleyekê diteqîne û diçe li ciwanê binavê Ê.E.Ê. yê temen 19 salî dikeve û bi giranî birîdar dibe. Piştî ku 12 saet bi ser birîndarbûna wî re derbaz bûn ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest da.”
Herwiha da zanîn ku roja ku bûyer qewimî betlane bû wan nekarî îfadeyên tometber werbigirin, lê tometbar bi madeya 405 ya Yasaya Ceza ya Iraqê tê ragirtin, tê payîn ku sibe îfadeyên tometbar û şahid bên wergirtin.
Çavkanî: Rojnews