HESEKÊ – Di 20’ê mehê de Xwendekarên Hesekê Civina xwe li darxist. Ajansa me di civinê de amade bû û nerînên çend xwendekaran li ser xwendin, rola ciwanan girt.
“Em wek ciwan her tiştî bi xwe avabikin”
Şehle Ico ji aslê xwe ji Efrinê ye, ji bo xwendina xwe li Hesekê jiyan dike;
“Ez refê bekloriya duxwinim û em nû hatinê Hesekê. Ev civîn ji bo nerînen Xwendekaran di aliyê rewşa rexistinî, zaningeh de û xwasteka xwendekaran û çareseriya pirsgirekan çiye niqaş bikin hat li darxistin.
Di berdewamiya axaftina xwe de Şehle diyar kir ku bi xwe beşa huquq dixwinê ji bo gelê xwe, ne ji bo xwe wek şexs, ji bo peşerojê civaka Kurd vê beşê hilbijartiye. Her wiha wiha anî li ser ziman: “Dijmin dixwaze zimanê me tinê bike, lê tu carî em zimanê xwe winda nekin emê zimanê xwe bixwinen. Çi helbest, penûs, name bê jî em binevisin û bigehinîn derve û aliyê bila dijmine me jî bizane be em bi zimanê Kurdi diaxifin.”
“Em keda Rêber APO xwedî derkevin”
Jina ciwan a bi navê Katrîn ku li zaningeha Hesekê dixwinê di derbarê civînê de nerînê xwe wiha anî li ser ziman;
“Serokatî keda 20 salan hatiyê meşandin ew jî weke xwendekar li zaningehê duxwend. Em wek ciwan em ê ev keda ku hatiyê dayîn xwedî derkevin. Ji bo em bibin pêşengên vê pêşerojê. Wekê ev civinê ku îro li Hesekê tê lidarxistin li bajarên ditîr jî hat lidarxistin wek Heleb, Şehba û Kobanê û li bajarên ditîr wek Qamişlo û Reqa jî di demên pêş de bên darxistin. Ev civin berfireh û zelal derbas dibe û di dawî de em spasiya xwendekaran û mamosteyan dikin û silavên xwe ji Serok re dişinin.”