ÎZMÎR – Milîsên Atakan Mahîr ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li Îzmîr navçeya Çigliyê çalakia sabotajê li dar xist û bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir:
“Faşîzma AKP-MHP’ê polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê didomîne. Sûcên şer dike û cihên sivîlan bombebaran dike. Dewleta faşîst a ku herî dawî di medyaya xwe de ragihandibû ku dê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke nû destpê bike, dîmenên leşkerên dagirker ên ku şandiye qadên şer pêşkêş dike.
Em hişyariyê didin ku li hemberî pêleke nû ya êrîşan a li hemberî gerîlayên azadiyê, wê berxwedan tenê li çiyayan nemîne, wê li hemû metropolan belav bibe û em hişyariyê didin ku navendên aborî yên ku xizmeta şer û mêtîngeriyê dikin, wê careke din bibin xwelî.
18’ê Nîsanê saet di 06.00’an de li navçeya Çîgli ya Îzmîrê li dijî fabrîqeya zeftkirina metal a li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Ataturkê ye, me çalakiyeke sabotajê li dar xist. Ji ber ku agir bi kargeha plastîkê ya cînar ket, 2 kargeh bûn xwelî. Di encama sabotajê de her du kargeh nikarin bên bikaranîn û bi milyonan lîre zirar çêbû.”