Ji Bo Hemû ciwanên welatparêz û demokratîk yên Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Sûrî re.
Weke tê zanîn dewleta Tirk a dagîrker li ser rewşa Rêber APO bi awayekî şerê taybet nûçeya belav dike. Tê xuya kirin ku di wan demên dawî de konsept û komploya giştî ji aliyê dijmin ve tê pêş xistin.
Bi taybetî piştî ku Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî aliyê tune kirina Kurdan de di gelek mijaran de li hev kirin çêbû. Ji ber vê yekê di aliyê pratîkî de gelek êriş û helwêstên dijminane derketin pêş. Di serî de li ser tevgera me ya azadî komployek heye.
Bi taybetî wê demên dawî rojev kirina rewşa Serokatî girêdayi êrişên hêzên dagirker li ser bajarê Kerkuk, Şengal û Mexmur erişên rejîm û DAîŞ li ser çeperên me yên Dêrazor nîşan didin ku ava kirina bingehek ku bikaribin Rêbertiyê me bixe bin xeteriyê û tevgera me jî ber bi tunebûyinê bibin.
Yanî carekî din hêzên dagirker di şexsê Rêber APO de hemû Kurdan bixin bin hedefa komploya xwe.
Taybetî jî ev êrîşên dijminane yên ku dixwaze hemû Kurdistanê dagir bike, destkeftiyên şoreşa Rojava vala derbixîne, îrade û hêza gelên bindest îmha bike berê xwe dane ciwan û jinên ciwan. Li ser tecrida giran ya Rêbertî tê xwestin ku hemû ciwan bên teslîm girtin.
Bi her awayi dijminên me yên hov ji çar aliyan ve êrişî me dikin. Him aliyê fîzîki, him aliyê çandî, him aliyê amûrên şerê taybet re ve ev êrîş her ku diçe zêdetir dibe. Ji bo ku ev êrîş vala bên derxistin me wek tevgera ciwan û jinên ciwan di Mijdara 2017 an de ji sala 1987 an vir ve biryara hemleya herî mezin a 30 salên dawiyê daye. Dirûşmeya esasî ya hemleya ku me di mijdara 2017 an de daye destpê kirin SERÎ HİLDE ye. Armanca bingehîn ya vê hemleya me, azadiya Serokatiya xwe pêk anîn, di çar perçeyê Kurdistanê de dijminê dagirker, mêtînger û qetilker qewitandin e. Ev hemleya ku me bi vê armancê daye destpê kirin divê heya serhildanên gel berdewam bike û teqez divê encam bigre. Ji ber vê yekê wek tevgera ciwanan me dest bi pêvajoyeke ku em tevahiya hêza xwe bixin seferberiyê kiriye. Divê tevahî ciwanên Rojava û Bakurê Sûrî ji aliyê ruh ve derketinekî bikin, tevahiya daneheva xwe seferber bikin û wisa tevlî pêvajoya hemleya SERî HILDE bibin.
Em bi awayekî zelal diyar dikin. Hemleya serî hilde hemleyeke ku hemu ciwan peşengtiya wî bikin e.
Di vê pêvajoya krîtîk û dîrokî de di bingeha me ya têkoşînê de tevlîbuyina hemû ciwan û jinên ciwan gavekî pir girîng e.
Dem dema serî hildanê ye, dem dema me ciwanan e. Dem dema ketina me ciwanan a çalakiyê ye.
Nexşerêya me ya esasî Rêbertiyê me ye. Wek ku Rêber Apo jî gotiye emê rerbaz, tempo û sebra Rêbertiya xwe weke YCR û YJC esas bigrin.
Li ser wan esasan em cardin bangawazi ji bo hemû ciwanên karker, xwendekar, gundî, Ereb, Turkmen, Suryan, Çerkes, Ermen, Ezîdî, jinên ciwan dikin ku tevlî vê pêvajoyê bibin.
Ji Efrîn heya Minbiç, ji Minbiç heya Kobanî, ji Kobanî heya Cizîrê hemû ciwan ji bo azadiya Serokatî û tunekirina dagirkerî SERî HILDIN!
Li ser van esasan bernameya çalakiyan ku ya me rêxistin kiriye û biryarên me girtiye ûsa ye:
Pêvajoya ev hemle di mijdara 2017 de destpê kirin û heta Newroza 2018 berdewam kirin
Ji bo êrîşên ku li hember kantona Efrînê pêşdikeve vala derxistin aktîf tevlî bûyinek nîşan dan
Li hember dagirkirina dewleta faşîst ya Tirk axa Surî taybetî jî weke İdlîb, Bab, Cerablûs, Ezaz teşhîr kirin
Meşek dirêj ya hemû kanton tevlî bibe di navbera 22-27ê Mijdarê ji 3 baskan (Serêkanî, Hasekî û Derîk) destpê kirin, ev meş li Qamişlo dawî kirin û li wir mîtîngek ciwanan ji bo azadiya Rêber Apo çêkirin.