NAVENDA NÛÇEYAN – Duh rojên Înê ji bo Pêşerojê banga greva avhewayê ya global kirin. Bi sedan kes li bajarên cuda yên Almanyayê daketin kolanan, beşdar bi piranî xwendekarên ji welatên Afrîka û Asyayê bûn.
Xwepêşandan li bajarên Voi û Mombasa yên Kenyayê jî hatin lidarxistin û daxwaz kirin ku bibin alîgirê Peymana Nelihevkirina Petrolên Fosîl. Eşkere bû ku mirovên feqîr bi taybetî li Afrîkayê ji ber karesata avhewayê dikişînin. Li herêmên peravên rojhilatê Afrîkayê ji ber bilindbûna asta deryayê lehî zêde dibe û bilindbûna germahiyê jî hilberîna xwarinê zehmet dike.
Li Bangladeşê jî ciwan li gelek bajaran beşdarî greva avhewayê ya cîhanî bûn. Ciwanan banga rawestandina veberhênanên li sotemeniyên fosîl û berfirehkirina enerjiya dikare bê nûkirin kirin. Bangladeş yek ji wan welatan e ku gaza CO² ya herî kêm heye. Di heman demê de, bi mîlyonan mirov ji ber leh û bahoza zêde neçarê koçberiyê dibin.