TEBQA – Îro danê sibê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Navçeya Tebqayê di bin diruşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bi dehan broşûrên derbarê jiyan û tekoşîna Rêber Apo li gel belav kir. Ev broşûr ji aliyê “Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan” ve hat amade kirin.
Broşûr li ketin û derketina bajar, taxan, bazar û dikanan hat belavkirin. Ev kampanya ji bo danasîna kesayeta Rêber Apo û têkoşîna wî ji hemû beşên civakê re tê kirin û fikra wî ji hemû gelê bajêr re radigihîne. Hedefa vê çalakiya kişandina gel li ser xeta welatparêziyê û tekoşîna azadiyê.
Rêber Apo di sala 1949’an li gundê Amara ya girêdayî Riha di malbatekî feqîr de ji dayik bû. Rêber Apo ji temenekî biçûk dest bi lêgerîna jiyana azad û bû rêberê tekoşîna gelê kurd û gelên azadîxwaz.