KOBANÊ- Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke girseyî cenazeyê Endama Hêzên Rizgariya Efrînê Çîçek Kobanê ya ku di çalakiya li gundê Basil ê Efrînê di 30’ê Çileyê de şehîd bûbû, oxirkirin.
Îro bi sedan şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd Çîçek Kobanê ku piştî 4 mehan hat wergirtin sipartin axê.
Endama Yekîtiya Jinê Ciwan Ronahî Mihemed di merasîmê de axivî û got:
Şehîd Çîçek ji bo parastina gelê xwe ji dagirkeriyê bi qehremanî li ber xwe da.
Em ê teqez bi hêza jin û ciwana tola şehîdan hilînin.
Piştre Bavê Şehîd Çîçek Kobanê Hisên Berkat axivî û got:
Eger parçeyek jî ji canê me ma be em ê têbikoşin.
Eger rêhevalên keça min şehîd bûbana û keça min li min vegerya ezê ne wek niha kêf xweş ba ma ji ber ku şehadeta ji bo azadiya Efrîn ji mere serbilindahî û kêfxweşî ye.
Ez bi şehadeta keça xwe serbilindim.
Piştî axaftinan wesîqa şehîd radestî malbatê hat kirin û cenazeyê Şehîd bi soza tolhildanê hate oxirkirin.