MINBIC – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê, ji bo bersivdayîna êrîşên dawî yên artêşa tirk ên li dijî herêmên parastina Medya ya Metînayê û piştgiriya berxwedana gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad a Star (YJA-Star), danê êvarê meşekî li dar xist.
Meş ji çarxereya El-Mizan ber bi navenda ciwanan ve bi beşdariya bajar û saziyên leşkerî destpê kir. Li ber navenda ciwanan ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Piştre berdefkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Hisên Bekarî axivî û diyar kir ku ew ê heya dawî piştgiriya berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê bikin.
Meş bi berzkirina dirûşmeyên “Bimre Xiyanet, Bimre Dagirkerî” û “Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.