STENBOL – Milîsên Sînan Dêrsim ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li Stenbol/ Beyoglû çalakiyekê li dar xist û gotin:
“Roja 17’ê Nîsanê saet di 23.00’an de nobedarekî AKP’ê yê dewletê dema ku li Beyoglûyê ji wesayîta xwe dadiket û dixwest biçûya midûriyeta polîsan gule li wî reşandin, bi giranî birîndar bû.
Weke hêza paramîlîter a rasterast girêdayî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, pergala cerdevaniyê ya ji kesên ji partî û şaxên xwe yên ciwanan pêk tê û ji bo kontrolkirina civakê li taxan ava kiriye, ji destpêkê ve bûye hedefa milîsên me.
Dema ku rejîma dagirker hêzên ewlekariyê têra kontrolkirina civakê nabîne, rasterast destwerdanê di her beşê civakê de dike bi pêşxistina sîstema cerdevaniyê û avakirina milîsekî ji bo parastina rejîma qesrê. Ev çeteyên faşîst ên paramîlîter ên ku herî zêde li dijî kesên li dijî rejîma qesrê, gelê feqîr û jinan li ber xwe didin, bi awayekî ku li dijî rêgezên wan ên qanûnî be jî hêz û însiyatîf dane wan.
Em cerdevanên bi pere yên dewleta faşîst ku ji aliyekî ve weke nobedarên exlaqî tevdigerin, li aliyê din jî kiryarên xwe yên keyfî, îşkence û qetilkirina li kolanan didomînin hişyar dikin; Kolan û kuçeyên ku hûn lê digerin, qereqolên ku hûn tê de disekinin û rejîma faşîst a ku hûn pê bawer in wê nikaribin we ji hêrsa milîsên me biparêzin. Em ê ji sûcên we yên li hemberî gel berpirsyar bin. Hûn ê her dem û li her derê bibin hedefa guleyên me.
Milîsên me vekişiyan herêmên ewle û bang li ciwanan kir ku tevlî refên milîsên me bibin.
Bijî Fermana Dagirkeriyê!
Bijî Têkoşîna me ya Şoreşa Yekbûyî!
Bijî HBDH!”