HAMBÛRG – Gelên ku îro saet derdora 17.00’an de li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hatin cem hev, bi pêşengiya TCŞ’ê bi tevlîbûna dostên xwe operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi meşekê protesto kirin. Di meşê de timî dirûşmên “Faşîst Tirkiye” û “Bijî Berxwedana Gerîla” hatin berzkirin.
Ciwan heta Hambûrg Haûptbahnhofê meşiyan û li Haûptbahnhofê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniya çapemeniyê de ciwanan diyar kirin ku êrîş herî zêde li dijî sivîlan pêk tên û ev êrîş di şexsê gerîlayan de li dijî tevahî gelê Kurd e.
Tevahiya daxuyaniya çapemeniyê wiha ye:
“Hemû cîhan dibîne ku êrîş herî zêde li dijî sivîlan tên kirin. Tu helwestênn dewletan ên emperyalîst û kapîtalîst li dijî qetlîamên li Kurdistanê dernakeve. Berovajî vê yekê dudilî nake ku her cure piştgiriyê bide. Her êrîşa li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di şexsê gerîla de li dijî tevahî gelê Kurd e. Em bang li hemû gelê Kurd û dostên wan dikin ku li dijî faşîzmê mil bi mil li ber xwe bidin, xwe biparêzin û operasyonên dagirkeriyê rawestînin.”