QAMIŞLO- Gelê Qamişlo bi meşeke girseyî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Çiyayê Metîna yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto dikin.
Bi sedan xelkê Qamışlo li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji 16ˊê Nîsanê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tên, herikîn qadan.
Di meşa ku pankartên Rêber APO hatin rakirin de pankartên “Gerîla Rumata me ye”, “Bijî Berxwedana Gerîla” hatin vekirin. Her wiha gel gelek caran dirûşmeyên Bijî Berxwedana Metîna berz kirin.