CORBEIL- Ciwan bi banga TCŞ’ê saet di 19.00’an de li ber şaredariya Corbeil a banliyoya Corbeil a Parîsê hatin cem hev û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşist ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi meşekê protesto kirin.
Di meşa ku êrîşên dewleta Tirk a faşîst hatin eşkerekirin de, ciwan û Kurdistanî bi dirûşmeyên “PKK gel e gel li vir e” û “Gerîla Bijî Berxwedana” têkoşîna gerîla hembêz kirin.
Di dawiya meşa ku heta qereqola Korbêl berdewam kir de wiha hat gotin: “Di çarçoveya pêngava ciwanan a “Ji Rêber Apo Azadî, Ji Pirsigirêka Kurd re Çareserî” de divê em li dora Rêber APO çemberekê ava bikin. Temînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO çareseriya hemû pirsgirêkan e. Êrîşên ku li dijî qadên parastina medyayê tên kirin ne ji Îmraliyê serbixwe ne. Li ser vê bingehê ger em dixwazin êrîşên dagirkeriyê jî rawestînin, divê em azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêkbinin. Dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla bêçare ma û neçar ma ku here cem xizmetkar û hevkarê dilsoz Barzanî. Armanca me ya sereke eşkerekirina rûyê qirêj ê dewleta Tirk a faşîst û Barzanî be.”