ŞEHBA – Îro danê êvarê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li navçeya Fafînê ya Şehbayê di bin dirûşmeya “Bijî Berxwedana Gerîla” de meşekî li dar xistin ji bo piştgiriya berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriya tirk a li ser Metînayê. Bi dehan ciwanan beşdarî meşê bûn.
Meşê bi berzkirina siloganên “bijî berxwedana Zapê, bimire îxaneta malbata Berezanî” dest pê kir û bi coş û moral dewam kir.
Piştî ku meş veguherî mitîngê, endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a bi navê Hêvîn axaftin kir û diyar kir ku yê ku dixwaze KDP û dagirkeriya Tirk nas bike dikare li rewşa Efrînê meyze bike. Her wiha destnîşan kir ku ew weke ciwanên Rêber Apo li paş hêzên gerîla ne. Di dawiyê de diyar kir ku wê îxanet têk biçe û serkeftin misoger e.
Piştî axaftin çalakî bi berzkirina silogana “Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.