MARSILYA- Marsîlya TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) bi pêşengiya Meclîsa Şehîd Tîjda Ekecîk, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî tecrîda mutleq a li herêmên Îmraliyê û parastina Medyayê li qereqola Marsîlya St Charles, çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.
Ciwanên ku li ber deriyê qereqola St. Charles rastî astengiyên polîsan hatin, tevî hemû astengiyan çalakiya xwe berdewam kirin. Ciwan ji bo bala gelê li hundirê qereqolê bikşînin bi pankart, dowîz û dirûşmeyan derbasî hundirê qereqolê bûn û piştî meşê li ber deriyê qereqolê daxuyanî dan.
Li ser navê TCŞ’ê Endamê Meclîsa Ciwanan Onder jî bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser APO û diyar kir ku êrîşên li Metîna ji tecrîdê ne serbixwe ne. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Tevî ku dewleta Tirk hemû hêza xwe ya aborî û leşkerî li dijî gerîla bi kar anî, lê bê encam ma û winda kir. Gerîla bi çalakî û operasyonên xwe dijmin îmha kiriye. Dewleta Tirk neçar ma ku berê xwe bide hevkarê xwe yê bêhêvî PDK. Îro Serokê Faşîst Erdogan li Iraqê bi Barzanî re hevdîtin dike. Bi vê wesîleyê em careke din xiyaneta hevkar û xiyanetkar malbata Barzanî şermezar dikin. Divê dewleta Tirk û hevkarên wê baş zanibin ku em her tim li cem Rêberê xwe û gerîlayê xwe yê azadiyê ne. Em li cem gelê xwe ne. Çalakiyên me heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO wê bê navber bidomin.” got
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bijî Berxwedana Zîndana” bi dawî bû.